Şerê Rûsya û Ukraynayê didome

Pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê di saetên şevê de 56 dronên Ukraynayê li ser xaka Rûsyayê xistin.

Şerê Rûsya û Ukraynayê didome
18 nîsan, 2025   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî di saetên şevê de 56 dronên Ukraynayê îmha kirine.

Li gorî daxuyaniyê, dronek li ser xaka herêma Voronezh, 12 dron li ser axa herêma Belgorod û 12 dron li ser Deryaya Azov, 3 dron li ser axa Komara Qirimê, dronek li ser herêma Rostovê û dronek jî li herêma Krasnodarê hatine xistin.

(bb)