Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes hatin kuştin

Li gorî SOHR’ê, li herêmên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 11 kes hatin kuştine.

Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes hatin kuştin
18 nîsan, 2025   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) duh li herêmên cuda yên Sûriyeyê 11 kes hatin kuştine. 

SOHR’ê diyar kir ku li gundê Cedîda yê başûrê rojhilatê Humisê nakokiya di navbera 2 şêniyan de veguherî pevçûnekê û di encamê de şêniyek hat kuştin. Hate zanîn ku li gundê Siwêmira yê Siwêdayêyê jî di encama gulebaranekê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Cib El Cendelî yê bajarê Humisê jî komeke çekdar ku nehat zanîn kî ne, avêt ser dikanekê û xwediyê wê qetil kir. Hate diyarkirin ku li herêma Selabîx a bejahiya Tedmurê ya li rojhilatê Humisê 2 jinên ciwan ji ber teqîna mayînekê ya bermehiyên şer, jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Akum ê Humisê 2 endamên hêzên ewlehiya giştî ya desthilata Şamê dema hewl da bi rêyên nerewa sînorê Lubnanê derbas bikin, ji aliyê komên çekdar ên nenas ve hatin gulebarankirin û hatin kuştin.

Li kampa Wafidîn a li herêma Dûma ya gundewarên Şamê jî kesek ji ber teqîna mayinekê ya bermahiyên şer, hat kuştin. Li bajarê Hemayê jî jinek ji ber nakokiyên malbatî ji aliyê xizmên xwe ve hat qetilkirin.

Li gorî SOHR’ê, li herêma Bin El Ulebî yê bajarê Laziqiyê jî cenazeyê mêrekî ku hatibû xeniqandin, hat dîtin.

Hate diyarkirin ku li herêma Merwaniya ya li rojhilatê Dêrazorê jî çeteyên DAIŞ’ê şêniyekî ji bajarokê Ebû Herdûbê kuştiye.

(bb)