Hêzên DYA’yê li Yemenê êrişî benderê kir: 35 kes hatin kuştin

Li gorî medyaya Hûsiyan, artêşa DYA’yê êrişî bendera petrolê ya Ras Îsa ya li rojavayê Yemenê kir. Hate ragihandin ku herî kêm 38 kes hatin kuştin.

Hêzên DYA’yê li Yemenê êrişî benderê kir: 35 kes hatin kuştin
18 nîsan, 2025   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN 

Televîzyona El Mesîre ya Hûsiyan ragihand ku êriş ji bo birîna çavkaniya sotemeniyê hatiye kirin û di encamê de herî kêm 38 kes hatine kuştin û 102 kes jî birîndar bûne.

Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) li ser X'ê daxuyaniyek da û got: "Armanca van êrişan têkbirina çavkaniya hêza aborî ya Hûsiyan e ku welatiyan talan dike û êşê dide kişandin.”

DYA’yê meha derbasbûyî hema bibêje her roj bombe li çeperên Hûsiyan ên li Yemenê barandin. Hate ragihandin ku bendera petrolê ya mezin a Hûsiyan roja pêncşemê hate îmhakirin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA'yê Tammy Bruce anî ziman ku DYA hewl dide li pêşiya Hûsiyan bibe asteng ku li Deryaya Sor êrişî keştiyan nekin.