Beşên çavdêriya taybet, zarok û ambulans li Nexweşxaneya Kîsra zêde dibin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê li ser amadekirina beşa çavdêriya taybet, beşa zarokan, vekirina klînîka çavan û anîna ambulansên nû dixebite.

Beşên çavdêriya taybet, zarok û ambulans li Nexweşxaneya Kîsra zêde dibin
Beşên çavdêriya taybet, zarok û ambulans li Nexweşxaneya Kîsra zêde dibin
Beşên çavdêriya taybet, zarok û ambulans li Nexweşxaneya Kîsra zêde dibin
Beşên çavdêriya taybet, zarok û ambulans li Nexweşxaneya Kîsra zêde dibin
Beşên çavdêriya taybet, zarok û ambulans li Nexweşxaneya Kîsra zêde dibin
Beşên çavdêriya taybet, zarok û ambulans li Nexweşxaneya Kîsra zêde dibin
Beşên çavdêriya taybet, zarok û ambulans li Nexweşxaneya Kîsra zêde dibin
1 kanûn 2023   03:39
DÊRAZOR
ELÎ EREB

Ji girîngtirîn nîqaş, pêşniyar û planên ‘Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê ji bo Pêşxistin û Pêkanîna Hevkariyê li Dêrazorê’ yên meha borî başkirina qada tenduristiyê ya Dêrazorê û amadekirina beşa çavdêriya taybet li Nexweşxaneya Giştî ya Kîsra ye.

Di kongreyê de ku 22′yê Cotmehê hatibû lidarxistin, gelek biryar hatibûn dayîn; jinûve sazûmankirina meclisên herêmê yên qanûnsaz, rêveberî û şaredariyan, xurtkirina Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û xebat li ser zêdekirina xizmetguzariya tenduristiyê û hwd bên kirin.

Endamê rêveberiya Nexweşxaneya Giştî ya Kîsra ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê Mihemed Reşîd anî ziman ku rêveberiya nexweşxaneyê li ser amadekirina aktîfkirina beşa çavdêriya taybet li Nexweşxaneya Giştî ya Kîsrayê dixebite.

Reşîd wiha domand: "Em niha li ser amadekirina beşa çavdêriya bi tevahî alavên wê dixebitin û dê di 2 rojên bê de amade bibe."

Li kêleka wê jî xebat li ser amadekirina beşa zarokan, vekirina klînîka çavan li nexweşxaneyê ku dê bibe klînîka yekemîn a Dêrazorê, tê kirin.

Li gorî Reşîd aniye ziman, ji bo xurtkirina xizmetguzariyên awarte yên tibî, dê di hefteya bê de 2 ambulansên werin zêdekirin, da ku barê li ser malbatên nexweşan sivik be.

Reşîd wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xebat û hewldanên heyî ji bo rewşa tenduristiyê ya herêmê baş be. Ev jî gaveke erênî ber bi pêkanîna pêşkêşkirina xizmetguzariyeke zêde ye."

(fr)

ANHA