Ji Milîsên HBDH’ê çalakiya sabotajê

Milîsên HBDH’ê li bajarê Tirkiyê ya Gebzeyê li dijî febrîqeyeke boyaxê, çalakiya sabotajê lidar xist.

Ji Milîsên HBDH’ê çalakiya sabotajê
6 tîrmeh, 2024   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN 

Milîsên Eylem Ataş ên HBDH’ê bi daxuyaniyêkî têkildarî çalakiyê li dijî êrîşên dagirkeriyê, çalakî lidar xist.

Di daxuyaniye de hat gotin 26’ê Hezîranê li Kocaelî/Gebzeyê ya bajarê Tirkiyê milîsên Eylem Ataş ên HBDH’ê bi teknîka sabotajê êrîşî febrîqeyeke boyaxê kirin û got: “Çalakî weke bersiva li dijî operasyonên dagirkerî û îmhayê yên li Başûrê Kurdistanê didomin, hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de febrîqe bi temamî îmha bû û zirareke mezin çêbû. Milîsên me bi rengekî bi ewle, gihiştin qadên xwe.”