Şerê li Xezayê didome: 37 hezar û 266 mirî

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Hamasê ya Xezeyê ragihand ku di şerê ku zêdeyî 8 meh berê dest pê kiribû de heta niha herî kêm 37 hezar û 266 kes mirine.

Şerê li Xezayê didome: 37 hezar û 266 mirî
14 hezîran 2024   17:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmehê vir ve yên li ser Xezeyê pêk tîne de, hejmara miriyan derket 37 hezar û 266 kesan.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de herî kêm 34 kes mirine, Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku di şerê zêdeyî 8 mehan de 85 hezar û 102 kes birîndar bûne.