Rêveberiya Xweser şehîdên komkujiya Sêfo bi bîr anîn

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîdên komkujiya Sêfo bi bîr anîn û bang li aliyên têkildar kir ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker xwedî li erkê xwe derkevin.

Rêveberiya Xweser şehîdên komkujiya Sêfo bi bîr anîn
14 hezîran 2024   18:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 109'emîn a komkujiya Sêfo ku Osmaniyan li dijî gelê suryanî- asûrî pêk anîbû, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Desthilata Osmanî li ser projeya qirkirina gelan û bişaftina wan û siyasetên tunekirina nasnameyên gelan ava bû. Dewleta Tirk jî heman rêç şopand û heta roja me ya îro heman siyasetên Osmaniyan dimeşîne.

Ji komkujiyên ku Osmaniyan pêkanîn; komkujiya Sêfo ya sala 1915'an ye û komkujiya Tor Abidîn. Li Sûriye û Lubnanê jî gelek komkujî kirine. Ev siyaset û komkujî li herêmên me yên dagirkirî wekî Efrîn û gelemperiya Sûriyeyê dûbare bûne.

Siyasetên redkirin û înkarê ku Tirkiyeya nû li ser xeta Osmaniya têkçûye dimeşîne dê negihiştin armancên  jiholêrakirina nasnameya gelan, dîrok û erdîngariya wan.

Di salvegera komkujiya Sêfo de em hemû şehîdên komkujiyê bi bîr tînin û siyasetên tunekirin û înkarkirinê bi tundî şermezar dikin. Tişta ku Tirkiye îro dike sûcên şer û siyasetên qirkirinê ne. Pêwîst e hesab ji wê were pirsîn. Em bang li hemû aliyên demokrasîxwaz û edaletxwaz dikin ku li hemberî van aliyên zordest di serî de Tirkiye xwedî li erkê xwe derkevin û komkujiyên ku ew alî pêk tînin li ser asta cîhanê werin eşkerekirin û failên van komkujiyan werin cezakirin."

(mh)