Şerê li Lubnanê: 492 kuştî, hezar û 645 birîndar

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di êrişên duh ên artêşa Îsraîlê de 492 kes hatin kuştin û hezar û 645 kes jî birîndar bûn.

Şerê li Lubnanê: 492 kuştî, hezar û 645 birîndar
Şerê li Lubnanê: 492 kuştî, hezar û 645 birîndar
Şerê li Lubnanê: 492 kuştî, hezar û 645 birîndar
Şerê li Lubnanê: 492 kuştî, hezar û 645 birîndar
24 îlon, 2024   10:30
BEYRÛT

Li başûrê Lubnanê şerê Îsraîlê û Hizbullahê dewam dike.

Artêşa Îsraîlê ji bo kuştina fermandarê Hizbullah Elî Kerkî bi 4 moşekan êriş bire ser Lubnanê. Hizbullah ragihand ku Kerkî sax e.

Ajansa Reutersê jî ragihand ku aqûbeta Elî Kerkî nayê zanîn.

Li gorî çapemeniya Îsraîlê, Kerkî fermandarekî eniya başûr e, di asta sêyemîn de berpirsê leşkerî yê Hizbullahê ye.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişên duh (23 Îlon) yên li ser başûrê Lubnanê û Bîaqaî de 492 kes hatine kuştin û hezar û 645 kes jî birîndar bûn.

Hikumeta Lubnanê daxuyand ku "Êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê şerê qirkirinê û planeke wêrankirinê ne ku wêrankirina gund û bajarokên Lubnanê, jiholêrakirina qada hêşîn dike armanc. Em bang li NY, Konseya Ewlehiyê û dewletên aktîf dikin ku bi heqiyê re bisekinin, êrişan rawestînin. Careke din em teqeziyê bi biryara 1701’an dikin. Wek hikumet em dê ji bo rawestandina şerê nû yê Îsraîlê bixebitin."

Her wiha hêzên NY’yê yên demkî (UNIFEL) fikarên xwe anî ziman û diyar kir ku her rageşiyeke metirsîdar dikare encamên dûr û dirêj ên wêranker bi xwe re bîne.

Ji başûrê Lubnanê û herêma Bîaqaî tevgereke mezin a koçberiyê ber bi Beyrûtê û herêmên din ên ewle ve heye.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku bi dehan baregehên Hizbullahê yên li başûrê Lubnanê kirine armanc.

(bb)