Li dijî xeta xiyanetê banga serhildanê

Jinên li Helebê xiyaneta PDK’ê şermezar kir û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî xeta xiyanetê serî hildin.

Li dijî xeta xiyanetê banga serhildanê
24 îlon, 2024   10:10
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Jinên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re nêrînên xwe anîn ziman.

Almaz Omer bal kişand ser têkoşîna gerîlayên azadiyê û got: "Gerîla keç û kurên me ne, li gelemperiya Kurdistanê mafên gelê Kurd diparêzin, wan ji zilm û zordestiyê rizgar dikin."

Almaz xiyaneta PDK’ê bi tundî rexne kir û diyar kir ku PDK’ê dest ji pîvan û nirxên civaka kurdî berdaye û fermanên dewleta Tirk a dagirker bi cih tîne.

Almazê îşaret pê kir ku dewleta Tirk hêzên PDK’ê beşdarî êrişên xwe yên dagirkiriyê dike da ku parçebûnê û pirsgirêkê di navbera Kurdan de derxe û wiha pê de çû: "Em ê nehêlin dagirker û noker berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Kurd û têkoşîna gerîla bi cih bînin. Em ê li hemberî kesên dijbertiya me dike û hewl dide xaka me û xwîne me bifroşin dagirkeran şer bikin."

Almaz di dawiya axaftina xwe de ev bang li gelê Kurd kir: "Divê her Kurdek rastiya PDK’ê û bandora xiyaneta wê ya li gelê Başûrê Kurdistanê û gelemperiya Kurdistanê bizane. Divê Kurd û Kurdistanî li dijî çi kesên hewl didin hevgirtina Kurdan xirab bikin, hebûn û destkeftiyên wê bixin xetereyê, serî hildin."

Sûad Şêxo xiyaneta PDK’ê şermezar kir û got: "PDK’ê tevahiya xetên sor derbas kiriye, qada hewayî li pêşiya balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker vedike da ku êrişî Başûrê Kurdistanê bike."

Sûad diyar kir ku li dijî xeta xiyanetê hineke berxwedaneke bêhempa ji bo rizgarkirina Kurdistanê ji dagirkeran û têkbirina planên wê yên dijîberî gelê Kurd raber dikin û şehîdan didin û wiha domand: "Eger PDK’ê di esas de nasnameya xwe qebûl neke wê çawa xwe biparêze! PDK’ê hevkariyê bi dagirkerên xaka xwe û qatilê gelê xwe re dike. Em her xayîneke li sonda xwe, doza xwe, nasname û gelê Kurd red dikin. Em wan wekî Kurd nabînin. Em dê rehmê li kesên bi dijminên me re êrişî me dikin nekin. Dîrok jî wê rehmê li wan neke."

Sûad bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku xeta xiyanetê ya PDK’ê bibîne û li hemberî wê helwesteke xurt nîşan bide û got: "Nehêlin PDK’ê we wekî piyona satrancê di destê xwe de bi kar bîne."

Sûad komkujiya ku hêzên PDK’ê 16’ê Adara 1997’an li Hewlêrê li dijî nexweşxaneyekê pêk anîbû û di encamê de 80 şoreşgerên Tevgera Rizgariya Kurdistanê şehîd bibûn, her wiha êrişên wê yên li dijî navendên çandî û saziyên kurdî yên li Başûr bi bîr anîn û got: "Em ê çawa vê xiyaneta mezin ji bîr bikin."

Hesret Ehmed Bazo diyar kir ku ku PDK’ê xeta xiyanetê derbas kiriye û got: "Xiyaneta wê gihiştiye wê astê ku zarokên me yên gerîlayên azadiyê şehîd bixe. Tevî ku nasnameya Kurd hildigire lê nûnertiya Kurdîtiyê nake, lê belê xaka Kurdan ji wan destine, gel koçber bike û şerê parêzvanên rumet û hebûna Kurdan dike."

(bb)

ANHA