Şerê li ’Herêma bêçek’: 3 kuştî, 4 birîndar

Di şerê hêzên Şamê û çeteyan de 3 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Şerê li ’Herêma bêçek’: 3 kuştî, 4 birîndar
30 îlon, 2024   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR, hêzên hikumeta Şamê bi obîsn derdora herêma Sermîn a li rojhilatê Idlibê topbebaran kir. SOHR da zanîn ku di encama topbaranê de 2 kes hatin kuştin û 3 kes  jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku di topbarana hêzên hikumeta Şamê de  çeteyekî koma "Fetih El Mubîn" li herêma Sehil El Xab a gundewarê rojavayê Hemayê hat kuştin. 

SOHR da zanîn ku di êrişa çeteyên heman komê de leşkerekî  hêzên hikumeta Şamê li Girê Reşo yê gundewarê bakurê Laziqiyê birîndar bû.

 Li gorî agahiyên ku SOHR dane, ji destpêka îsal ve 354  kes di şer û êrişên li "Herêma bêçek" de hatine kuştin û 161 welat, zêdetirî 127 leşkerên Şamê û çeteyên artêşa Tirk a dagirker de birîndar bûne.

(bb)