Şerê li ’herêma bêçek: Leşkerekî Şamê hat kuştin

Li gundewarê Heleb, Idlib û Laziqiyeyê şerê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker berdewam e. Di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin.

Şerê li ’herêma bêçek: Leşkerekî Şamê hat kuştin
7 adar, 2024   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li başûrê Idlibê leşkerekî hêzên hikumeta Şamê di êrişa bi guleyan a çeteyên Tehrîr El Şam hat kuştin.

Di nûçeya SOHR’ê ya li ser mijarê de hate gotin, hêzên hikumeta Şamê gundê Kefer Emê û Kefer Tial li rojavayê Helebê, gundê Fitîra, Sifûhin û Filêfil ên Cebel El Zawiye yê başûrê Idlibê topbaran kirin.

Li eniya bakurê Laziqiyeyê jî çeteyên Fetih El Mubîn û hêzên hikumeta Şamê navendên hev du tobparan kirin. Lê belê heta niha encamên topbaranê nehatin bidestxistin.

(şx)