Şerê Îsraîl û Hizbullahê rojeva sereke ya rojnameyên erebî ye

Şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de û diyarnekirina serokê parlamentoya Iraqê rojevên çapemeniya erebî ne.

Şerê Îsraîl û Hizbullahê rojeva sereke ya rojnameyên erebî ye
23 îlon, 2024   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi sernavê "Êrişên Îsraîlê dê bigihêjin kîjan astê?" weşand. 

Rojnameyê diyar kir ku armancên leşkerî, taktîk û stratejîk ên êrişên Îsraîlê yên li dijî navendên Hizbullahê hene û ew armanc jî girêdayî sedemên hundirîn ên Îsraîlê, yên siyasî û hizbî ne.

Rojnameyê îşaret bi armancên leşkerî kir ku girêdayî guhertina stratejiya niha ye. Li gorî rojnameyê; "Îran di vekirina gelek eniyan de û mijûlkirina artêşa Îsraîlê bi şerekî demdirêj de bi ser ketiye. Divê niha rawestin, li hesabên xwe vegerin û şerê Îranê bi xwe bikin, ji ber ku ew seriyê mar e. Lewma artêşê banga rawestandina şerê Xezayê û Lubnanê kir, ji bo ku ji şerê mezin re amade be. Lê Netanyahu peyman red kir.”

Rojnameyê bal kişand ser armancên siyasî yên hundirîn ku îsraîlî bi hêrs in, nemaze ku Hizbullah ji bo piştgiriya filistiniyan û Hemasê, rojane moşekan diavêje.

Rojnameyê cih da nirxandina profesor û lêkolîner general Gabi Siboni ku ji bo tunekirina şiyanên Hizbullahê, guhertina rewşa siyasî ya Lubnanê firsendek e û got şerê li Xezayê bi bin ket. Ji ber ku hikumet û artêş dudil bûn û fişarên Amerîkayê jî hebûn. Plana Îranê ya ji bo westandina Îsraîlê heta niha bi ser ketiye.

‘EV 10 MEH E SEROKÊ PARLAMENTOYA IRAQÊ NEHATIYE DIYARKIRIN’

Rojnameya El Ereb a Londonê bi bîr xist ku piştî zêdetirî 10 mehan jî serokê parlamentoya Iraqê nehatiye diyarkirin. Rojnameyê destnîşan kir ku parçebûn û nakokî berdewam in.

Dadgeha Bilind a Federal 14`ê Mijdarê nûnertiya Mihemed El Helbûsî rawestand piştî ku hin qanûn binpê kirin. Ji wê demê ve, parlamentoyê nekariye li şûna El Helbûsî yekî din diyar bike.

Li gorî dabeşkirina taîfî li Iraqê, her sê serokatiyên li Iraqê dabeşî beşên gelê Iraqê bûne ku li gorî wê serokatiya hikumetê şîe ye, serokkomarî ya Kurdan e û serokatiya parlamentoyê jî ya sunniyan e.

Lêkolîner Refed Elî Mûsa ji ajansa Xinhua re têkildarî mijarê axivî û got: “Sedemên derengmayîna diyarkirina serokê parlamentoyê girêdayî aloziya navxweyî ya sunniyan e û li beramber wê jî aloziya navxweyî ya şîeyan heye. Her yek li berjewendiyên xwe yên kesayetî û partiyetî digere.”

(şx)