2 welatiyên Efrînî ji Ezazê hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 welatiyên Efrînî ji bajarê Ezazê yê dagirkirî revandin.

2 welatiyên Efrînî ji Ezazê hatin revandin
21 cotmeh, 2024   16:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye daxuyand ku (Polîsên Leşkerî) ên dewleta Tirk a dagirker 19ʹê Cotmehê 2 pismam bi navê Rêzan Ebdo Yûsif (43) û Mihemed Xelîl Yûsif (45) ên ji xelkê bajarê Cindirêsê yê Efrîna dagirkirî revandin. Her du pismam dema ji Helebê vedigerîn li bajarê Ezazê yê dagirkirî hatin revandin.

Rêxistinê diyar kir ku ew welatî ber bi cihekî nediyar ve birin.

Li herêmên dagirkirî sûcên revandinê bi tohmet an jî bê tohmet bi armanca wergirtina fidyayan ji malbatên revandiyan, dewam dikin.

(fr)