Şerê Îsraîl û Hizbullah dewam dike

Hate ragihandin ku Hizbullah bi 40 moşekan êriş biriye ser devera Keryat Şempna ya Îsraîlê. Îsraîlê kuştina ku fermandarên Hizbullah ragihand

Şerê Îsraîl û Hizbullah dewam dike
10 cotmeh, 2024   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor malpera 0404 a Îsraîlê ku agahiyên xwe spartine berdevkê artêşa Îsraîlê, nêzî moşek ji Lubnanê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin. Malperê diyar kir  hinek ji wan moşekan hatin xistin.

Hizbullah a Lubnanê ji rojnamevanan re diyar kir ku wê "Ji bo piştgiriya gelê Filistînê yê berxwedêr ê li Xezayê, her wiha ji bo parastina Lubnan û gelê wê, ji bo bersivandina êrişên Îsraîlê ku bajar, gund û sivîl ji bo xwe helal kirine" devera Keryat Şemûna kiriye hedef.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çekdarên Hizbullahê li herêma Ras Naqûra ya li ser sînor taneke leşkerên Îsraîlê ruxand û di encamê kuştî û birîndarên leşkerî Îsraîlê çêbûn.

Berdevkê artêşa Îsraîlî Avichai Adraee ji çapemeniya erebî re axivî. Adraee  ragihand ku artêşê fermandarê Hizbullahê yê herêma Hula yê berpirsê avêtina bi sedan moşekan ber bi Kiryat Şemûn ve, Ehmed Mistefa El Hec Elî kuştiye.

Adraee di daxuyaniyekê ku li ser ˈXˈ jî weşandiye de got fermandarê Hizbullah ê herêma Meys Cebel Mihemed Elî El Hemdan ku berpirsê avêtina moşekan ber bi bakurê Îsralê ve ye hatiye kuştin.

 (bb)