Îsraîlê êrişî dibistanekê kir: 28 kes hatin kuştin

Di êrişeke Îsraîlê li dijî dibistanekê li Dêr Beleh a Xezayê de ku tê de koçber bi cih bibûn, 28 kes hatin kuştin û 54 birîndar bûn.

Îsraîlê êrişî dibistanekê kir: 28 kes hatin kuştin
10 cotmeh, 2024   16:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyva Sor a Filistînê da zanîn ku Îsraîlê li dijî dibistanekê li Dêr Beleh a Xezayê êrişeke hewayî pêk anî. Tê de 28 kes hatin kuştin û 54 birîndar bûn.

Girêdayî wê artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan di êrişê de çekdarên ku di wê dibistanê de çalak bûn hedef girtin.

Her wiha hat diyarkirin ku ji bo zirarê herî kêm bigihîje sivîlan, artêşa Îsraîlê gelek rêbaz bi kar anîn, çekên teknîkî bi kar anîn û agahiyên îstixbaratî yên zêdetir bi dest xistin.

(mh)