Heyva Sor ji bo mexdûrên şer ên Lubnanê alîkariyan kom dike

Heyva Sor a Kur li Hesekê ji bo mexdûrên şer ên Lubnanê alîkariyan kom dike berhev dike.

Heyva Sor ji bo mexdûrên şer ên Lubnanê alîkariyan kom dike
Heyva Sor ji bo mexdûrên şer ên Lubnanê alîkariyan kom dike
Heyva Sor ji bo mexdûrên şer ên Lubnanê alîkariyan kom dike
Heyva Sor ji bo mexdûrên şer ên Lubnanê alîkariyan kom dike
Heyva Sor ji bo mexdûrên şer ên Lubnanê alîkariyan kom dike
Heyva Sor ji bo mexdûrên şer ên Lubnanê alîkariyan kom dike
Heyva Sor ji bo mexdûrên şer ên Lubnanê alîkariyan kom dike
10 cotmeh, 2024   15:29
HESEKÊ

Di encama şerê dijwar ê ji 23ˈyê Îlonê yê di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîlê de bi hezaran kes ji warê xwe bûne.

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Lubnanê ji bo kesên dixwazin ji Lubnanê werin Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîte avakirin. Komîteya nûnertiyê bi hevkariya Komela Çanda Civakî ya Newroz vegera wan kesan hêsan dike.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya maseya kîrzê ya ku ava kiriye, pêşwaziya kesên ji Lubnanê tên herêmê dike û pêwîstiyên wan bi cih tîne. Di heman demê de Heyv Sor a Kurd jî kampanyeke komkirina alîkariyan da destpêkirin.

Li gorî maseya krîzê, heya niha 58 Lubnanî jî di nav de zêdetirî 18 kes hatine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Hevya Sor a Kurd ku li gelek bajaran konên komkirina alîkariyan vedane,  îro li bajarê Hesekê 2 konên komkirina alîkariyan vedane. Kon li taxê Til Hecer nêzî çerxerêya Kenîse (Dêr) û taxa Miftî nêzî Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr hatine vedan.

Endamê Hevya Sor a Kurd Xelîl Silêman bi rêya ajansa me bang li şêniyan kir ku alîkariyan pêşkêşî kesên ji Lubnanê tên, bikin.

(bb)

ANHA