Şerê Hemas û Îsraîlê giran dibe

Li başûrê Xeza û derdora wê piştî 2 mehan ji operasyona Hemasê li dijî Îsraîlê şer giran dibe, di encamê de hejmara kuştiyên her du aliyan bilind dibe.

Şerê Hemas û Îsraîlê giran dibe
8 kanûn, 2023   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê êrişên xwe yên vê hefteyê li başûrê Xezayê zêde kirine. Li wê herêmê zêdetirî 2 milyon welatî dorpêçkirî ne.

Duh bi piştgiriya hewayî û deryayî tank û buldozerên Îsraîlê gihaştin Xan Yûnis û li vî bajarî mezin ê li başûrê Xezayê şer di nevbera çekdarên Hemas û artêşa Îsraîlê rû da.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, di encama topbaran û bombebaranên Îsraîlê li dijî Xezayê de 17 hezar û 177 kes hatine kuştin. Desthilatên Îsraîlê jî anî ziman ku hezar û 200 kes ji wan hatine kuştin.

Ji pêncşemê ve anku Ji destpêka êrişa leşkerî ya bejahî 89 leşker di nav de kurê serfermandarê artêşê yê berê û endamê meclisa şer a wezîran Gadi Eisenkot, hatine kuştin.

Îsraîlê ji 9′ê Cotmehê ve dorpêçeke giran li ser Xezayê ferz kiriye, di encamê de av, xwarin, derman û kehrebe di xeteriya kêmbûnê de ne.

Li gorî NY′yê nêzî milyonek û 900 hezar welatî anku nêzî ji sedî 84 welatiyên Xezayê ji malên xwe bi sedema şer koçber bûne.

(fr)