Çalakiya greva birçîbûnê di roja 12’an de didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku girtiyên siyasî di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” de daye destpêkirin di roja 12’an de berdewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 12’an de didome
8 kanûn, 2023   09:53
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û rakirina tecrîdê, girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Çalakî di roja 12’an de berdewam dike. 

Girtiyên PKK û PAJK’î di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserîya siaysî” de, di 27’ê mijdarê de dest bi çalakiyê kirin û dê di 15’ê Sibatê de bi dawî bikin.

27’ê Mijdara 1978’an, roja “Kongreya Avakirinê” ya PKK’ê ye ku li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê hatibû lidarxistin. 15’ê Sibatê jî roja girtina Abdullah Ocalan û radestkirina li Tirkiyeyê ye.

Rêber Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin û 32 meh in jî bi tu awayî destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike.

Rêber Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê di şert û mercên tecrîda girankirî de ye û 33 meh in tu agahî jê nayên girtin.