Şerê aborî yê Trump û pêşniyarên Netanyahu rojevên rojnameyên erebî ne

Çavdêr dibêjin serdema nû ya siyasî ya Trump bi lez dimeşe, mîna ku ew ditirse ku 4 sal derbas bibin berî ku bikare sozên dane alîgirên xwe, pêk bîne. Her wiha ji bo siberoja Xezayê pêşniyareke Netanyahu heye ku dê pêşkêşî Trump bike.

Şerê aborî yê Trump û pêşniyarên Netanyahu rojevên rojnameyên erebî ne
4 sibat, 2025   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa siyaseta aborî ya Trump û serdana Netanyahu ya li Amerîkayê kir.

ŞERÊ ABORÎ YÊ TRUMP 

Rojnameya Şerq El Ewset der barê mijarê nivîsî: "Serdemeke nû ya siyasî bi lez dimeşe, mîna ku ew ditirse ku 4 sal derbas bibin, berî ku ew bikare sozên ji alîgirên xwe re dane, pêk bîne. Her wiha mirov dikare bibîne ku di rojên pêşîn ên serokatiya xwe ya duyemîn de, wî darê xwe hilda û şerên li ser asta navxweyî û derve ragihandin. Tê payîn ku darê wî bigihêje gelek beşên civaka Amerîkayê. "

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Niha cîhan li Rojhilata Navîn li benda pêngava din a tevgera Trump e û hinek jî li bendê ne ku şerê Ukrayna-Rûsyayê zêde dereng nemîne.

Ji bo Îsraîlê, xuya ye ku di serdema du dewreyên serokatiyê de, ew welatê herî zêde ji hebûna Trump li Qesra Spî rehet bû û serokwezîrê wê Benjamin Netanyahu, yek ji wan kesên yekem bû ku vexwendnameyeke fermî wergirt bo serdana Washingtonê.”

EL XELÎC: ÇI DI DESTÊ NETANYAHU DE HEYE?

Rojnameya El Xelîc wiha nivîsî: "Ne seyr e ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu yekem karbidestê biyanî ye ku piştî destbikarkirina Donald Trump wek serokê Amerîkayê, serdana Qesra Spî bike, ji ber têkiliyên taybet ên kesayetî û ramyarî yên di navbera wan de. Her wiha ji ber ku ew kevneşopa berê ku dibêje Amerîka li herêmê ji bilî Îsraîlê tiştekî din nabîne û Îsraîl jî li cîhanê ji bilî Amerîkayê tiştekî din nabîne.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Li Îsraîlê hin kes hene ku bi awayekî cuda li serdanê dinêrin. Barak Sari (şêwirmendê berê yê wezîrê parastinê yê Îsraîlê) di wê baweriyê de ye ku qonaxa bê dê ji bo Netanyahu diyarker be, ji ber ku serdana wî dê diyar bike ka dê hikumet vegere şer an jî pirsgirêkeke mezin çêbe ku bibe sedema hilweşîna hikumetê û hilbijartinên pêşwext.

Di destê Netanyahu de der barê siberoja Xezayê de hin pêşniyar û hin vebijêrkên leşkerî yên cuda hene, her wiha mijara koçberkirina xelkê Xezayê li derveyî axa wan jî heye.”

(k)