Serdegirtina MED-DER’ê hat protestokirin

Têkildarî serdegirtin û binçavkirinên danê sibehê yên li MED-DER û Payîz Pirtûkê li ber avahiya MED-DER'ê daxuyanî tê dayin.

Serdegirtina MED-DER’ê hat protestokirin
24 îlon, 2024   13:47
 NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên dewleta Tirk a dagirker danê sibê li Amedê bi hinceta lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin bi ser Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER), Payîz Pirtûk û gelek malan de girt. 

Gelek xebatkar û rêveberên komeleya ku bi zaravayên Kurdî perwerdeya ziman dide hatin binçavkirin. Li navçeya Peyasê ya Amedê di pêşengiya MED-DER'ê de li ber avahiya saziya li Amedê têkildarî serdegirtin û binçavkirinan daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de tîşortên “Ziwan Estbiyasyiş o, siwan xwebûn e” hatin lixwekirin. Parlamenterên DEM Partiyê, hevserokên DBP'ê, rêxistinên civaka sivil û gelek welatî tevli daxuyaniyê bûn.