Cezayê girtiyê azadiyê Dijwar Îsmaîl careke din dirêj kirin

Girtiyê azadiyê Dijwar Îsmaîl ku 33 sal e di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de ye, careke din cezayê wî hate dirêjkirin.

Cezayê girtiyê azadiyê Dijwar Îsmaîl careke din dirêj kirin
24 îlon, 2024   14:12
QAMISLO

 Dijwar Nesrî Îsmaîl (Ridwan Îsmaîl) ev 33 sal e di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de tê ragirtin. Tevî ku cezayê wî qediyaye jî 3 sal e nayê berdan.

17`ê Îlona 1991’an ji ber xebatên di nava Tevgera Azadiyê de Dijwar Îsmaîl li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye girtin û cezayê muebedê lê birîn. Heta niha bi hincetên cuda cezayê wî her carê ji 3-6 mehan tê dirêjkirin.

Herî dawî di Hezîrana 2024’an de serbestberdana Dijwar Îsmaîl ji bo 3 mehên din hatibû taloqkirin, ev mawe jî bi dawî bû, lê careke din cezayê wî hate dirêjkirin û maweya cezayê ji malbatê re jî nehatiye diyarkirin.

Dijwar Îsmaîl (64) gelek nexweşiyên xwe hene û herî dawî pêwîstiya wî bi emeliyatê hebû, têkildarî rewşa wî ya tenduristiyê jî malbata wî bi fikar e.

Malbata Dijwar Îsmaîl ji 2013`an ve ji ber astengiyên ji girtîgehê hevdîtin pê re nekirine.

Girtiyê azadiyê Dijwar Îsmaîl ji gundê Sinceqa Sedûn ê bajarê Amûdê ye û niha li Girtîgah Tîpa T a Hejmar 1 a Afyonkarahîsarê ya Tirkiyeyê tê ragirtin.

(sb)

ANHA