Çeteyan kesek revand û baxên zeytûnan talan kirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kesek revand û baxên zeytûnan talan kirin.

Çeteyan kesek revand û baxên zeytûnan talan kirin
24 îlon, 2024   13:45
HELEB

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, çeteyên "Lîwa 112" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Mihemed Xaco (65) revand. 

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye diyar kir ku çeteyan Mihemed Xaco yê ji gundê Behdîna yê bajarê Racoyê ye, bir girtîgeha bajar.

Li gorî rêxistinê, aqûbeta Mihemed Xaco nayê zanîn.

Her wiha Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê da zanîn ku çeteyan li ser rêya Kefer Cenê baxên zeytûnan talan kirin. Rêxistinê da zanîn ku zeytûnên hatin talankirin ên Ehmed Mihemed, Xelîl Necar û Mihemed Setaf in.

(bb)

ANHA