Serdana Selam a li Sûriyeyê û dan û standinên li Umanê mijarên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî diyar kir ku serdana şandeya Lubnanê ya bo Şamê nîşana guhertineke stratejîk di pêwendiyên her du welatan de ye. Di vê navberê de li Umanê jî dan û standinên girîng di navbera Washington û Tehranê de ji bo diyarkirina çarenûsa bernameya nukleerê ya Îranê didomin.

Serdana Selam a li Sûriyeyê û dan û standinên li Umanê mijarên rojnameyên erebî ne
15 nîsan, 2025   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser serdana serokwezîrê Lubnanê Newaf Selam bo Şamê û dan û standinên li Umanê di navbera Washington û Tehranê de.

‘SERDANA SELAM TÊKILIYÊN SÛRIYE Û LUBNANÊ PIŞTÎ SERDEMA HIZBULLAH Û ESED JI NÛ VE AVA DIKE’

Rojnameya El Ereb a Londonê diyar kir ku serdana serokwezîrê Lubnanê Newaf Selam bo Şamê û hevdîtina wî bi serokê desthilata Şamê Ehmed El Şerî re, xaleke siyasî ya nû û derfeteke ji bo avakirina peywendiyên di navbera her du welatan de li serdema piştî Beşar Esed û bandora Hizbullahê nîşan dide.

Çavdêr dibêjin Lubnan û Sûriye pêşberî ezmûneke cidî ya amadebûna wan a ji bo danîna têkiliyeke li ser bingehên nû ye. Piştî kêmbûna rola Hizbullahê li Sûriyeyê û kêmbûna bandora wê li Lubnanê ji ber zextên derve, girîngiya kontrolkirina çekên bêkontrol û ferzkirina serweriya dewleta Lubnanê tê gotûbêjkirin. Di bernameya hikumeta Newaf Selam û serokkomar Joseph Aoun de ev karekî navendî ye.

Çavdêr her wiha dibêjin dudiliya çîna siyasî ya Lubnanê ya têkildarî lêvebûna bi Şamê re vê dawiyê kêm bûye, ji ber guhertinên li herêmê bi taybetî lêvebûna Kendavê bi Sûriyeyê re.

‘DAN Û STANDINÊN LI UMANÊ: DERFETÊN TÊGIHAŞTINÊ KÊM IN’

Rojnameya El Şerq El Ewset bal kişand ser dan û standinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê li Muscatê û ew wek ezmûneke ji bo hevsengiyê li Rojhilata Navîn bi nav kir, ji ber ku gotûbêj ne tenê li ser mijara nukleerê ye, lê dan û standin digihêjin herêmên desthilata Îranê û hebûna Îranê li herêmê.

Rojnameyê nivîsî ku Îran di rewşeke lawazbûna aborî û leşkerî derbasî van gotûbêjan dibe, piştî kêmbûna desthilata xwe li Xeza, Sûriyeyê û Lubnanê û zêdebûna fişara navxweyî li ser rejîmê ji ber dorpêçan û xirabbûna rewşa jiyanê. Lê Îran hîn jî hebûna bernameya nukleerê wek çavkaniya hêz, parastin û prestîjê li herêmî dibîne.

(k)