Di sengerên berxwedanê de 2 xwişk û bira

Şervana YPJ’ê Delal Amed û şervanê YPG’ê Goran Serêkaniyê xwişk û birayên hev in û di çeperên berxwedanê de li hember dagirkeriyê tê dikoşin.

Di sengerên berxwedanê de 2 xwişk û bira
4 ÇILE, 2025   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Şervanê YPG'ê Goran Serêkaniyê di sala 2013'an de berê xwe dide nava refên YPG’ê û xwişka wî Delal Amed jî di sala 2018'an de berê xwe dide nava refên YPJ'ê.

Delal Amed ku ji bajarê Serêkaniyê ye, wiha qala tevlêbûna xwe dike: “Di sala 2018'an de bi herikîn û geşbûna şoreşa Rojava re û tevlêbûna birayê min a xeta têkoşînê, bandor li min kir û min jî berê xwe da nava refên YPJ'ê.”

‘EZ Û BIRAYÊ XWE DI HEMAN ÇEPERÊ DE NE’

Delalê wiha dewam kir: "Em di demeke dîrokî re derbas dibin, bi taybet êrişên dagirkeran li ser heremê zêde bûne û her kes dixwaze ji aliyekî ve para xwe di dîzayna nû ya Rojhilata Navîn de bigire. Em wek şervanên ku daxwaza mafên rewa dikin, bi moral û manewiyatên bilind di çeperên xwe de ne."

Şervana YPJ bal kişand ser bihevrebûna birayê xwe ya li nava refên şoreşê û wiha domand: "Ez û birayê xwe di heman çeperê de ne. Ev ji bo me cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye ku em parastina welatê xwe bi hev re ser hîmê hevaltiyê bikin. Ev sekna me ji dijmin re jî dê bibe bersiv û tola herî mezin.”

Di dawiyê de Delal Amed got: "Ji bo tevahî hevalên ku di qada berxwedanê de ne silav û hezkirina xwe dişînim. Em bi serkeftina xwe bawar in, ji ber ku em bi doza xwe bawer in.”

'EM BI HEV RE XWEDÎ LI AX Û RÛMETA XWE DERDIKEVIN'  

Şervanê YPG'ê Goran Serêkaniyê jî got: "Di sala 2013'an de min berê xwe da nava şoreşê û bi biryardarî ez tev lê bûm. Niha jî bi xwişka xwe re di heman çeperê de cihê xwe digirim. Ez û xwişka xwe têkoşîna heman dozê dikin û ji bo min ev bûyereke taybet e.”

Goran Serêkaniyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Bangewaziya min ji bo tevahî gelê me û ciwanan e ku berê xwe bidin nava refên YPG û YPJ'ê. Em bi hev re xwedî li rûmet û axa xwe derkevin. Me soza tolrakirinê daye, em ê bajar û tevahî heremên xwe vegerînin û heya dawiyê biparêzin. Bi ruhê berxwedana Bendava Tişrîn û Qereqozaqê em ê welatê xwe ji dagirkeran rizgar bikin.”