Serdana Erdogan ji DYA’yê re û zehmetiyên li pêşberî NYˊyê rojevên rojnameyên erebî ne

Çavdêran diyar kir ku serdana Erdogan ji Washingtonê re sînorê rola dewleta Tirk di dosyayên herêmî de aşkera kir, ji ber ku DYA li Sûriyeyê û heta di lihevkirinên li gel Şam û Îsraîlê de bêyî beşdariya aktîf a Enqereyê tev digere. Bi wê re timayên wê di navbera kontrolkirina DYA’yê ji dosyaya Sûriyeyê re û girêbestên leşkerî de daliqandî dimînin.

Serdana Erdogan ji DYA’yê re û zehmetiyên li pêşberî NYˊyê rojevên rojnameyên erebî ne
26 îlon, 2025   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên îro bal kişand ser serdana serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a li Koşka Spî û hevdîtina wî bi serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump re, her wiha behsa zehmetiyên NYˊyê yên naskirina dewleta Filistînê kir.

‘ERDOGAN LI KOŞKA SPÎ YE’

Rojnameya El Ereb behsa encamên hevdîtina Tirkiye-DYA’yê kir û destnîşan kir ku di demekê de Tirkiyeyê dosyaya Sûriyeyê wek kevirê bingehîn ê timayên xwe yên herêmî dibîne, rêveberiya DYA’yê niha bêyî ku Enqereyê bi awayekî çalak tev lê bike, der barê mijarên hestiyar de yên têkildarî Sûriyeyê tev digere.

Rojnameyê diyar kir ku Washington li ser pêkanîna lihevkirinên yekser di navbera Şam û Îsraîlê de û lihevkirinên Şamê bi hêzên kurdî re dixebite. Enqere jî her xurtkirina rola Kurdan li ser sînorê xwe gefên yekser ên dijî ewlehiya xwe ya neteweyî dibîne.

Rojnameyê destnîşan kir ku Enqere hewl dide ji vê serdanê sûdê wergire da ku dosyaya girîng a parastinê anku girêbesta balafirên şer ên F-35ˊan bi pêş bixe. Lê xwesteka Trump ji bo piştgiriya girêbestê têrê nake, ji ber ku astengiyên yasayî di nava Kongreyê de û gumanên di nava saziyên ewlehiyê yên DYA’yê de hene. Ev yek jî şiyana sînordar a Tirkiyeyê nîşan dide ku xwe wek lîstikvaneke girîng di mijarên herêmî yên hesas de ferz dike.

‘NETEWEYÊN YEKBÛYÎ Û NASKIRINA DEWLETA FILISTÎNÊˊ

Rojnameya El Xelîc a Îmaratê bal kişand ser zehmetiyên ku NY pê re rû bi rû ye û naskirina Dewleta Filistînê ku hejmara dewletên alîgir ji 193ˊyan gihaşt 157ˊan, wekî ezmûna herî girîng ji bo rêxistina navneteweyî nirxand.

Rojnameyê da zanîn ku DYA hîna astengiya sereke ya li pêş naskirina dewleta Filistînê di Konseya Ewlehiyê de ye û vetoyê ji bo berjewendiya Îsraîlê her tim bi kar tîne, li Şerîda Xezayê jî bûyerên wek "komkujiyên caran pêk nehatine" hatin wesifkirin ku hejmara miriyên li Xezayê zêdetirî 79 hezaran derbas dike.

Rojnameyê diyar kir ku li ser milê NYˊyê li kêleka doza Filistînê, bi dehan astengiyên dîtir; aloziyên herêmî, şer û krîzên mirovî, dosyayên jîngehê, xurek û tenduristiya cîhanê, barekî giran heye.

(fr)