Li Beyrûtê akademîsyen û lêkolîneran felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nîqaş kir

Li Beyrûtê naveroka pirtûka ‘Post-Neteweperestî û Modernîte’ ya Dr. Taha Elî Ehmed hat nîqaşkirin. Pirtûk li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û nêzîkatiya wî ya siyasî ye.

Li Beyrûtê akademîsyen û lêkolîneran felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nîqaş kir
26 îlon, 2025   10:07
BEYRÛT

Komeleya Çandê ya Gelan a Demokratîk a li paytexta Lubnanê Beyrûtê duh şêwirek li ser pirtûka ‘Post-Neteweperestî û Modernîte’ ya Dr. Taha Elî Ehmed ê ji Misirê organîze kir. Şêwir li navenda komeleyê bi beşdariya akademîsyen, lêkolîner û rexnegiran pêk hat.

Mamosteyê zanistên siyasî û têkiliyên navneteweyî yê ji Lubnanê Dr. Raid El Misrî, lêkolînerê zanistên siyasî yê Zanîngeha Parîsê Dr. Îbrahîm Şakir û akademîsyen Dr. Huda Rizq rûniştin bi rê ve bir.

Dr. Taha Elî Ehmed naveroka pirtûka xwe şîrove kir û bal kişand ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan.

Dr. Îbrahîm Şakir nêrîna xwe têkildarî felsefeya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş dike anî ziman û destnîşan kir ku li pêşberî pêkanîna fikrên wî, tevî realîstbûna wan ku tê de çareseriyên pratîk hene, zehmetî hene.

Dr. Huda Riziq di nîqaşa xwe de bal kişand ser paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan û behsa modelên pratîzekirina wan ên ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên û rola jineolojiyê di bicihanîna wan de.

(fr)