Di êrişa li dijî Sanayê de 9 kes mirin

Balafirên şer ên Îsraîlê êrişî paytexta Yemenê Sanayê kir, di encamê de bi kêmanî 9 kes mirin û 174 jî birîndar bûn.

Di êrişa li dijî Sanayê de 9 kes mirin
26 îlon, 2025   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên Hûsiyan, balafirên şer ên Îsraîlê şeva berê li paytexta Yemenê Sanayê êrişek pêk anî. Ev êriş piştî rojekê ji êrişa balafireke bêmirov a Hûsiyan a li dijî bajarê Êlat ê başûrê Îsraîlê ku di encamê de hejmarek kes birîndar bûbûn, pêk hat.

Girêdayî mijarê wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz diyar kir ku artêşê nuqteyên Hûsiyan bombebaran kirin û li ser Xˊê got: "Me li dijî armancên girêdayî Hûsiyan ên li Sanayê êriş pêk anî.”

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wê mûşekek ji Yemenê ve hatiye avêtin, bê bandor kiriye.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Hûsiyan Enîs El Esbehî li ser Xˊê nivîsî: "Hejmara kuştiyan derket 9ˊan û ya birîndaran derket 174ˊan".

Kanala El Mesîra ya Hûsiyan diyar kir ku zirar li stasyoneke kehrebeyê û 2 taxan jî bûne û wêneyên zirarên bi avahiyan bûne weşandin.

Artêşa Îsraîlê der barê êrişên li dijî Yemenê de li ser Telegramê daxuyaniyek parve kir ku tê de dibêje, "Êriş dijî navenda Serfermandariya Giştî ya Hûsiyan, navendên saziyên ewlehî û îstîxbaratî, navenda têkiliyên giştî yên leşkerî û baregehên leşkerî yên li Sanayê hatin kirin."

(fr)