Serçeteyekî hikumeta Şamê hate kuştin

Çekdarên nenas serçeteyekî hikumeta Şamê li mala wî ya li bajarokê Hewş Ereb ê Şamê kuşt.

Serçeteyekî hikumeta Şamê hate kuştin
30 mijdar, 2023   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Çekdarên nenas, serçeteyekî koma Hisn El Watan a girêdayî hikumeta Şamê kuşt. 

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), mala serçeteyê kuştî li bajarokê Hewş Ereb ê herêma Qelemûn a Şamê ye.

Li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de, bûyerên revandin û kuştinê gelekî zêde bûne.

(şx)