ji ber lehiyê zêde li Somaliyê milyonek mirov ji cih û warê xwe bûn

Serokkomarê Somalî Hasan Şeyh Mohamûd diyar kir ku ji ber lehiya zêde ev çend hefte ne li Somalî rabûye, zêdeyî milyonek mirov ji cih û warê xwe bûne.

ji ber lehiyê zêde li Somaliyê milyonek mirov ji cih û warê xwe bûn
30 mijdar, 2023   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomar somalya ragihand ku ji ber lehiyê zêdeye  milyonek mirov ji cih û warê xwe bûne û 101 kes jî mirine.

Herêma Qoçê Efrîkayê di bin bandora giran a rewşa nebaş a hewayê de ye ku tê gotin, pêwendiya xwe bi fenomena hewayê ya El Nîno heye. Bi taybetî ji ber barana zêde pir hilweşiyan, cih û warê mirovan di nava avê de man û bi dehan kes mirin.

Li Somaliyê ji ber lehiyê mirov bi rengekî girseyî ji cih û warê xwe bûn. Serokkomar Hassan Şeyh Mohamûd bi daxuyaniyekê got, "Welatê me di rewşeke krîtîk de ye û li her derê lehiyê bandor li gelê me kiriye."

LI SOMALÎ 101 KES MIRIN

Rayedarên li Mogadîşûyê ji ber lehiyê di 12'ê Mijdarê de rewşa awarte ragihandibûn.

LI KENYA Û ETIYOPYAYÊ 177 KES MIRIN

Li Kenyayê jî ji ber rewşa nebaş a hewayê herî kêm 120 kes, li Etiyopyayê 57 kesan jiyana xwe ji dst dan.