Hewldanên avakirina dadgeheke navneteweyî têkildarî çekên kîmyewî

Însiyatîfa avakirina dadgeheke taybet têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî dest pê kir. Endamekî însiyatîfê got herî kêm dîplomatên 44 dewletan tev li nîqaşên têkildarî însiyatîfê bûne.

Hewldanên avakirina dadgeheke navneteweyî têkildarî çekên kîmyewî
30 mijdar, 2023   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Derdora 10 komên hiqûqî yên sûriyeyî û pisporên qanûnî yên navneteweyî, di nava 2 salan de ji bo darizandina kes û aliyên çekên jehrî li seranserî cîhanê bi kar tînin, hewl dan bingehekê ji bo avakirina dadgeheke nû deynin.

Ji belgeyên ku Reutersê bi dest xistine, diyar dibe ku ji bo nîqaşkirina vê pêşniyarê û asta bikêrhatina wê ya siyasî, qanûnî û ji bo fînansekirina wê, di navbera pisporên gelek dewletan de civîn li dar ketine.

Yek ji kesên di însiyatîfê de parêzer Îbrahîm El Ulebî got herî kêm dîplomatên ji 44 dewletan tev li nîqaşan bûne û beşdariya hinekan li ser asta wezaretan bûn.

Însiyatîf di salvegera qurbaniyên êrişên kîmyewî de hate destpêkirin û lihevkirina dewletan li ser forma peymanê yan jî lihevkirinê dê gava duyemîn be.

Li gorî Reutersê, parêzerê brîtanî û endamê Komîteya Qanûnên Navneteweyî ya NY`yê Dapo Akande got dema Dadgeha Ceza ya Navneteweyî nekare erkê xwe bîne cih, ev dadgeh dê şûna wê bigire.

(şx)