Serçeteyekî DAIŞˊî li Sûriyeyê hat kuştin

Rayedarên Iraqê ragihand ku di operasyoneke hevbeş a Saziya Têkoşîna li dijî Terorê ya Iraqê û Koalîsyona Navneteweyî de serçeteyekî DAIŞˊê yê bi navê Ebdurehman El Helebî li Sûriyeyê hat kuştin.

Serçeteyekî DAIŞˊî li Sûriyeyê hat kuştin
19 îlon, 2025   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Têkoşîna li dijî Terorê ya Iraqê îro ragihand ku bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî di operasyoneke hevbeş de serçeteyê DAIŞˊî yê bi navê "Ebdurehman El Helebî" li nav xaka Sûriyeyê hat kuştin.

Saziyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku serçete El Helebî berpirsê "operasyon û ewlehiya derve" ya DAIŞˊê bû, li kêleka wê jî berpirsê plankirin û çavdêriya li "Wîlayetên Dûr" bû. Destê wî serçeteyî di teqandina balyozxaneya Îranê ya li Lubnanê de heye, hewl daye êrişên terorîstî li Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pêk bîne, lê bi hewlên îstîxbaratî hatine têkbirin.

Di daxuyaniya saziyê de hat gotin ku "piştî şopandina îstîxbaratî ya çend mehan dirêj kiriye, cihê wî hatiye diyarkirin. Piştre jî hêzên Koalîsyona Navneteweyî bi êrişeke hewayî ew kuştiye." Saziyê diyar kir ku kuştina El Helebî ji bo DAIŞˊê xisareke stratejîk a mezin e. Di operasyonên 2 mehên borî de 6 serçeteyên DAIŞˊê hatine kuştin.

(fr)