Hevpeymaniya Navneteweyî li Hemayê li dijî DAIŞ`ê operasyon pêk anî

Hevpeymaniya Navneteweyî li gundewarê başûrê Hemayê operasyon pêk anî, di encamê de serkirdeykî DAIŞ`ê hat kuştin.

Hevpeymaniya Navneteweyî li Hemayê li dijî DAIŞ`ê operasyon pêk anî
19 îlon, 2025   16:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Nîvê şeva roja Pêncşemê, hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li gundê El Cerîcase li gundewarê başûrê Hemayê, êrîşeke asmanî pêk anî.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku operasyon ji du saetan zêdetir dom kir, di encamê de kesek bi gumana ku endamekî DAIŞ`ê ye hat kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

Îro, Înê, rayedarên Iraqê ragihandin ku hêzên wan bi hevkariya hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî serkirdeyekî  DAIŞ'ê yê bi navê Ebdulrehman El Helebî, di operasyoneke li nav axa Sûriyeyê kuştin.

(k)

ANHA