Îsraîlê deriyê yekane yê ser bi Urdunê ve girt

Îsraîlê piştî ku ajokarê kamyoneke alîkariyên mirovî gule avêtin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin, deriyê yekane yê ser bi Urdunê ve girt.

Îsraîlê deriyê yekane yê ser bi Urdunê ve girt
19 îlon, 2025   15:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojek piştî bûyera ku ajokarê kamyoneke alîkariya mirovî ji Urdunê ber bi Xezayê ve dibir gule avêtin û di encamê de 2 leşkerên Îsraîlê kuştin, Îsraîlê îro (19 Îlon 2025) deriyê yekane yê di navbera Şerîaya Rojava û Urdunê de girt.

Tu aliyekî êrişa li dijî derî negirt ser xwe. Derî rêya sereke ya bazirganiyê ya di navbera Urdun û Îsraîlê de ye û deriyê yekemîn e ku zêdetirî 3 milyon filistîniyên li Xezayê xwe tê re bigihînin Urdun û cîhanê.

Girêdayî mijarê, berpirsekî Nexweşxaneya Ewde ya li Şerîda Xezayê ragihand ku di 24 saetên dawîn de 6 kes di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin.

Rêxistinên hiqûqî diyar kiribû ku êrişên li dijî navendên belavkirina alîkariyên mirovî dibin sedema birçîbûnê û heqareta li dijî welatiyan. Heta niha hejmara kesên li navendên alîkariyan jiyana xwe ji dest daye gihaştiye 2497’an û zêdetirî 18 hezar kes jî birîndar bûne.

(fr)