Şêniyên Til Temirê şehîdekî xwe oxir kir

Şêniyên bajarê Til Temirê û gundewarê wê cenazeyê endamê Gumrika Cizîrê şehîd Ebdulxaliq Mihemed Baqî Kotî defin kir û soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.

30 cotmeh, 2025   17:37
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Til Temirê û gundewarê wî yê kantona Cizîrê, li pakrewangeha şehîdên Til Temirê di merasîma oxirkirina endamê Gumrika Cizîrê şehîd Ebdulxaliq Mihemed Baqî Kotî de amade bûn. Şehîd Ebdulxaliq Kotî di dema pêkanîna karê xwe de li herêma Ebû Fas, li ser rêya Şedadê – Hesekê di qezayekê de şehîd bûbû.

Di merasîmê de endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên jinan û hevrêyên şehîd amade bûn.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê endamê meclisê Mahir El Ebdo behsa kesayeta şehîd kir.

Bavê şehîd, Mihemed Baqî Kotî jî serbilindiya xwe bi şehadeta kurê xwe anî ziman û got ew her tim nimûneya lehengî û dîspilînê bû.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîd Ebdulxaliq Kotî hat xwendin û ji bo malbata wî hat radestkirin. Piştre ew bi tilîliyên dayikan hat oxirkirin.

(mh/fr)

ANHA