Şêxê Eşîra El Hilîsat Şaban El Ehmed El Hemod wefat kir

Eşîra El Hilîsat li kantona Reqayê ragihand ku şêx eşîrê Şaban El Ehmed El Hemod di temenê xwe yê 70 saliyê de koça dawî kir.

Şêxê Eşîra El Hilîsat Şaban El Ehmed El Hemod wefat kir
30 cotmeh, 2025   18:21
REQA

Eşîra El Hilîsat a li kantona Reqayê li ser medyaya dîjîtal ragihand ku şêxê eşîrê Şaban El Ehmed El Hemod di temenê xwe yê 70 saliyê de, piştî ked û xebatên civakî, wefat kir.

Hejmarek rûpelên li ser medyaya dîjîtal têkildarî wefata şêxê eşîra El Hilîsat Şaban El Hemod sersaxî ji malbatê xwe û diyar kir ku şêx ji kesayetên welatparêz û xwedî helwestên paqij bû û roleke girîng di çareserkirina nakokiyên navbera eşîr û êlan de dilîst û ji bangawazên aştî, jiyana hevbeş, biratî û dûrketina ji tundiyê bû.

(fr)

ANHA