Saleke li pey Cîhan û Nazim: Bûn wek navên xwe

Di ser qetilkirina hevalên me yên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan re salek derbas bû. Wan rojan neyarên mirovahiyê dixwestin hemû destkeftiyên gelan tune bikin, lê Cîhan û Nazim bi dîmenên ku di bin barana bombeyan de kişandibûn, çerx guherand, weke wateya navên li cîhanê deng vedan.  

Saleke li pey Cîhan û Nazim: Bûn wek navên xwe
18 kanûn, 2025   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN
BERÎTAN ÎRLAN

Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan; herdu jî zarokên xaka ku hem dergûşiya mirovahiyê kiriye, hem jî şahidiya hemû cure êş û eleman kiriye ne. Cîhan ji navçeya Mîtyatê ya bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê (26’ê Cotmeha 1996’an hatiye dinê), Nazim ji navçeya Gihadîn a bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê ye (27’ê Tebaxê 1992’an ji dayîk bûye). 

Herduyan jî di nava pergala înkar û tunekirinê de çavên xwe li cîhanê vekiribûn. Vê yekê jî hîn ji destpêkê ve, vebijêrka wan a jiyanê diyar kiribû. Cîhan bi nêrîna pêkanîna edaletê têkoşîna mafnasiyê hildibijêre, qeyda xwe li beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê çêdike. Lê ev rêya wê tê girtin, şahidiya gelek tiştan dike. Lewma weke rêya nîşandayîna van kiryaran berê xwe dide qada ragihandinê. 

Nazim jî tevahiya jiyana xwe ji bo derxistina holê ya rastiyan derbas kir. Beşa Radyo, Televîzyon û Sînemayê ya Fakûlteya Ragihandinê ya Zanîngeha Dîlokê dixwîne (2011). Di dema xwendinê de tevlî xebatên ragihandina azad jî dibe. Nazim zanîngehê xilas dike, lê ji ber zextên dewletê dîplomeya xwe nagire.

RÊWÎTIYA CÎHAN BI BELAVKIRINA ROJNAMEYAN DEST PÊ KIR 

Hevala me Cîhan di sala 2014’an de li bajarê Amedê bi belavkirina rojnameyên Ragihandina Azad (Azadiya Welat û Ozgur Gundem) dikeve ser rêya lêgerîna heqîqetê. Dixwaze rojnamegeriyê bi awayekî kûr fêm bike, rastiya herêmê û têkoşîna gel a ji bo azadiyê ragihîne. Di vê oxirê de we bi xwe jî bi gelek zextên dewletê re rûbirû dimîne, di derbarê wê de doz tên vekirin.

Dema ku li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa gelan pêş ket û deng veda, hevala me Cîhan jî pir bandor dibe û dixwaze bibe parçeyek nîşandayîna şoreşê. Sala 2017’an jî berê xwe dide Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

NAZIM: LI CIHÊN CUDA LÊGERÎNA HEMAN RASTIYÊ

Hevalê me Nazim jî sala 2012’an li bajarê Dîlokê bi nûçegihaniya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) cihê xwe di rêwîtiya ragihandina azad de digire. Ev sal hem li Bakur û hem jî li Rojavayê Kurdistanê, sala pêşketinên girîng bû. Li Bakur hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk dihatin, hewldanên çareseriyê hebûn. Li Rojava Şoreşa 19’ê Tîrmehê destpê kiribû û belav dibû. Li aliyê din neyarên mirovahiyê jî di nava êrişkariyê de bûn û wê piştre jî bi navê DAIŞ’ê derketibana holê. Ev mijar hemû ji bo Nazim bibûn rojevên sereke.

Dema ku 2014’an DAIŞ’ê êrişî bajarê Kobanê kir, Nazim jî yekser berê xwe dide vê herêmê û rastiyan radigihîne. Wexta ku sala 2015’an li Bakurê Kurdistanê serhildanên xweseriyê dest pê dikin, vê carê em hevalê xwe Nazim li navçeya Silopiya ya Şirnexê dibînin. 

Piştî Silopiyayê mijara DAIŞ’ê careke din dibe rojeva wî ya sereke û ji ber nûçeyeke ku li ser peywendiya Tirkiye-DAIŞ’ê çêkiribû tê girtin (2016). Piştî 5 mehan ji girtîgehê derdikeve û careke din berê xwe dide Rojava. Dema dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî Efrînê kirin, Nazim vê carê li wir bû.

Bi kameraya xwe rûyê rast ê dagirkeran nîşanî cîhanê da. Wêneyê qetilkirina 21 sivîlan ku ji aliyê Nazim ve hatibû kişandin, di 26’emîn Pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Enter û Şehîdên Çapemeniyê de hêjayî xelatê hat dîtin. Nazim li Reqa, Tebqa û gelek deverên din ên Rojava dibe awêneya teyîsandina rastiyan.

Nazim di heman demê de bû dengê gelê Şengalê jî. Bi belgefîlma “73” û çîroka “Heval Birako” ku piştre ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava ve weke fîlm hate amadekirin, rastiya Şengalê ji cîhanê re ragihand.

CÎHAN: MIN XWEST PARA MIN JÎ TÊ DE HEBE

Hevala me Cîhan ku 2017’an derbasî Rojava dibe, di ajansa me (Ajansa Nûçeyan a Hawar) de dest bi nûçegihaniyê dike. Bi gotina xwe sedema hatina Rojava wiha tîne ziman: “Min nekarî guh nedim dengê wijdana xwe, min jî xwest Şoreşê ji cîhanê re ragihînim û para min jî tê de hebe. Li pey me gelek heye. Li her dereke ku me xebat lê meşand, min jî xwest em nîşan bidin ku ev gel ne bi tenê ye.”

Cîhan heta roja 19’ê Kanûna 2024’an ji Reqa heta Til Temir, Eyn Îsa, Tebqa, Hol, Tirbespiyê, Qamişlo, Dêrik, Hesekê, li tevahiya herêmê bi nûçe, dosya û bernameyên xwe sedema hatina xwe ya herêmê jiyanî kir.

NAZIM Û CÎHAN LI WIR BÛN              

Hevalên me Cîhan û Nazim ku li gelek herêman bi hev re kar meşandin, dawiya 2024’an dîsa bi kamerayê xwe deng vedan.

27’ê Mijdara 2024’an HTŞ’ê êrişî bajarê Helebê kir û hêzên rejîma Baas ji wir derxistin. Heta 8’ê Kanûnê jî rejîma Baas hilweşiya, HTŞ’ê xwe gihand Şamê.

Di vê navberê de dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê 1’ê Kanûnê êrişî Şehbayê kirin û bi dehhezaran kes koçber bûn. 8’ê Kanûnê jî komên çete bi desteka dewleta Tirkiyeyê êrişî navenda bajarê Minbicê kirin.

Hemwextî êrişan ragihandina dewleta Tirk propogandayeke derûnî dabû destpêkirin, di TV yên wan de nirxandinên weke “Heta du rojan dê xwe bigihînin Dêrikê” dikirin.

Dewleta Tirk ev şerê leşkerî, derûnî dida meşandin lê li aliyê din jî rastiyek hebû. Hêzên QSD-YPJ’ê berxwedanek dîrokî dabûn destpêkirin. Lewma dewleta Tirk vê carê berê êrişên xwe dabûn çavkaniyên jiyanî û ya herî girîng Bendava Tişrînê kir hedef.

Di rewşek wiha de kedkarên Ragihandina Azad ji bo nîşandayîna rastiyan weke her carê erka xwe ya dîrokî pêk dianîn. Li pêşiya wan dîsa Cîhan û Nazim hebûn (8’ê Kanûnê).

Komên çete giraniya êrişên xwe dabûn ser pira Karakozak ku rêya navnetewî (M4) ji aliyê rojhilat û rojavayê çemê Firatê bi hev ve girê dide û Bendava Tişrînê ya ku piraniya pêdiviya elektirîka herêmê pêşwazî dike. Lewma herdu hevalên me ev herdu herêm ji nêz ve şopandin.

Desteya Enerjiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 10’ê Kanûna 2024’an diyar kir ku ji ber êrişan Bendava Tişrînê ji xizmetê derketiye, elektirîk û av li ser kantona Firatê qut bûye. Piştî vê daxuyaniyê Cîhan û Nazim di navbera Karakozak û Tişrînê de livbaziyek mezin nîşan dan, bi wêne û dîmenên di cih de kişandin awirên hemû cîhanê kişandin ser herêmê.

EW ROJ…

Hevalên me Cîhan û Nazim rûyê rast ê şerê taybet derxistibûn holê, lewma bala nemerdan jî kişandibûn. Dema ku roja 19’ê Kanûna 2024’an li ser Bendava Tişrînê ji sê aliyan ve êriş pêk hat, Nazim û Cîhan jî yekser berê xwe dan Bendavê. Herdu rojnamegeran şopên êrişan, ziyanên ku derketine holê bi dîmenên xwe ji cîhanê re ragihandin.

Hevalên me seet 12.12’an de nûçe û dîmenên xwe yên li ser mijarê şandin navenda saziyên xwe û ji bo ku vegerin cihê xwe ji herêmê derketin. Seet 12.15’an de peywendî bi wan re qut bû. Derdora seet 16.00’an de agahî hatin belavkirin ku di navbera Bendava Tişrînê û bajaroka Sirinê de wesayîtek ji aliyê balafira bê çek ve hatiye bombebarankirin. Li ser agahiyên ku hêzên ewlekariyê dane, hat fêmkirin ku êriş seet 15.20’an de pêk hatiye û wesayîta hatiye hedefgirtin jî ya hevalên me Nazim û Cîhanê bû. Di êrişê de herdû hevalên me şehîd bûn, ajokarê wesayîtê jî birîndar bû.

TUNDIYA LI SER CENAZE Û MALBATAN 

6’ê Çileya 2025’an, Cîhan û Nazim jî di nav de merasîma oxirkirina 5 şehîdan, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat. Cenazeyên Nazim û Cîhanê ji bo derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, li morga Qamişloyê man. 

Heman rojê de şandeya ku ji Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, saziyên mafê mirovan û malbatên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, ji bo girtina cenazeyan hewl dan biçin Başûrê Kurdistanê. Lê dewleta Tirk şande asteng kir. Şande heta 9’ê Çileyê li Deriyê Sînor ê Xabûrê hat rawestandin. Li gel hewldanên hiqûqî û zexta civakî jî dewleta Tirk derbasbûna cenazeyan asteng kir. 

11’ê Çileyê, cenazeyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi merasîmekî li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saruxan hatin definkirin, di merasîmê de rojnamegeran soza şopandina rêya hevalên xwe dan.

SALEK BI WAN RE

Qetilkirina herdû hevalên me li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê bû sedema hêrseke mezin û pirsyarîkirina feraseta dewleta Tirk.

Bendava Tişrînê li gel berxwedana mezin a şervanan veguherî navenda hêrsa gelan. Ji çar aliyên cîhanê rojnamegeran rewş di cih de şopandin. Di her nûçeyek, bernameyek û analîzeke rojnamegeran de, di her çalakiyek gelan de navên Nazim û Cîhanê li ser lêvan bûn.

Li aliyekê rojnamegeran ala herdu hevalên me bilindtir kirin, rastî belavî cîhanê kirin, li aliyê din partî, rêxistin, sazî û dezgehên rojnamevanî û mafên mirovan ketin nava hewldanan da ku hesab ji berpirsyarên êrişê were xwestin.

BERTEK Û HELWEST 

Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê, Komîsyona Lêpirsînê ya Sûriyeyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (UN Comission of Inquiry on Syria) derbarê qetilkirina hevalên me de lêkolîn û rapor amede kirin.

Li Kurdistanê, Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê, di navbera 20-24’ê Kanûnê (2024) de, bi daxuyanî û çalakiyên cûr bi cûr qetilkirina Cîhan û Nazim hat şermezarkirin. 

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFC), Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê, Sendîkaya Ragihandinê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Lêkolînên Medya, Hiqûqê (MLSA), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES), baroyên bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo şermezarkirinê û hesabxwestin ji kujeran daxuyanî dan. 

Her wiha di çalakiyên şermezarkirinê de li Stenbolê û Wanê polîsan êrişî rojnameger û siyasetmedaran kirin. Li Stenbolê 7 rojnameger, li Wanê jî 10 rojnameger û gelek siyasetmedar hatin binçavkirin. Doz li Baroya Stenbolê jî hat vekirin.

Ji derveyî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî, Koordînasyona Giştî ya Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD), Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Di Rojnamegeriyê de Koalîsyona Jinan (CFWIJ), Rojnamevanên êzidî yên li Şengalê, , Yekîtiya Rojnamevanên Jin a Kurdistanê (ROJIN), Kongra Star, xwendekarên Peymangeha Ragihandinê ya Zanîngeha Rojava, Ajansa ZEWA Newsˋê, Sekreterê giştî yê Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ) û PEN Internationalê êriş şermezar kirin û xwestin ku hesap ji kujeran bê xwestin.

31’ê Kanûnê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî got, “Divê binpêkirinen li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin”.

Di 3’ê Çileyê de Enstutiya Ragihandinê ya Navnetewî (International Press Institute-IPI), bal kişand ser qetilkirina Nazim û Cîhanê û binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser rojnamegeran.

Piştî van bertekan dewleta Tirk neçar ma daxuyaniyekî bide. Rayedarên dewleta Tirk diyar kirin ku Cîhan û Nazim “ne rojnameger in”, ew weke “terorîst” pênase kirin. Lê kesê baweriya xwe bi van daxuyaniyê rayedarên Tirk neanî.  

AKP Û MHP’Ê LÊPIRSÎN RED KIRIN 

23’ê Kanûnê (2024), parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan pêşnûmeyek da Parlamentoya Tirkiyeyê ku ji bo lêpirsîna qetilkirina rojnamegeran Komîsyona Lêkolînê bê avakirin. Pêşniyar ji aliyê AKP û MHP’ê ve hat redkirin.

RENGVEDANA TÊKOŞÎNA WAN

Nîsana 2025’an de Koma Amara ya Kevana Zêrîn ji bo bîranîna rojnamegeran strana “Pelên Jiyanê” par ve kir.

26’ê Gulana 2025’an Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) ji bo bibîranîna şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Deştan klîbek bi navê "Oxir be" çêkir.

26’ê Gulanê li Mîhrîcana Filman Jinan a Nûjiyan ku li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin, li ser navê Cîhan Bîlgîn pêşangeha wêne û dîmenên jinan hate vekirin.

31’ê Cotmehê wênexêz Ciwana Osê wêneyê Cîhan Bîlgîn xêz kir û weke ‘Kenê Serkeftinê’ bi nav kir. 

20’ê Îlona 2025’an, di Xelatên 32’yemîn yên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad de, Xelata Rûmetê dan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan.

8’ê Mijdarê Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) konferansa xwe ya 4’emîn li dar xist û bexşî Cîhan Bîlgîn kir.

1’ê Kanûnê jî Akademiya Aboriya Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewreyeke perwerdeyê bi navê şehîd Cîhan Bîlgîn da destpêkirin.

ANHA