Şêniyên Til Hemîsê şehîd Xessan El Ilawî spart axê

Şêniyên bajarê Til Hemîsê şervanê QSD`ê şehîd Xessan Casim El Ilawî li goristana şehîdan veşart.

Şêniyên Til Hemîsê şehîd Xessan El Ilawî spart axê
Şêniyên Til Hemîsê şehîd Xessan El Ilawî spart axê
Şêniyên Til Hemîsê şehîd Xessan El Ilawî spart axê
Şêniyên Til Hemîsê şehîd Xessan El Ilawî spart axê
Şêniyên Til Hemîsê şehîd Xessan El Ilawî spart axê
Şêniyên Til Hemîsê şehîd Xessan El Ilawî spart axê
Şêniyên Til Hemîsê şehîd Xessan El Ilawî spart axê
13 mijdar, 2024   15:36
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Til Hemîsê, endamên saziyên sivîl, partî, hêzên leşkerî û rûspiyên bajêr li goristana şehîdan a li bajêr kom bûn û cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Xessan Casim El Ilawî veşart ku 10`ê Mijdarê şehîd bûbû.

Ji fermandarên Foca Tirbespiyê ya Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Mihemed Zêdan di merasîmê de axivî û sersaxî da malbata şehîd û şehîdên herêmê bi bîr anîn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Hemze El Xelef fedakariyên şehîdan ên di oxira parastina welêt de silav kirin û got: "Bi saya fedakariyên şehîdan, planên li dijî tevna nîştimanî ya herêmê bi bin ketin."

Hevserokê Desteya Olî ya Til Hemîsê Mutez El Enter jî got: "Pêkhateyên herêmê di bin sîwana neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan de, hevgirtî ne. Em soz didin ku li ser şopa şehîdên xwe bin û wan ji bîr nekin."

Dûre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiyê de şêniyan cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayikan de spart axê.

(şx)

ANHA