20 hezar û 392 kes ji Lubnanê gihaştine herêmê

Piştî şerê li Lubnanê gelek lubnanî û sûriyeyiyên li wir, berê xwe da herêmê. Heta niha 20 hezar û 392 kes ji Lubnanê gihaştine herêmê.

20 hezar û 392 kes ji Lubnanê gihaştine herêmê
13 mijdar, 2024   15:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Masaya Krîzê ya Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a têkildarî kar û barên kesên ji Lubnanê tên, ragihand ku heta niha 20 hezar û 392 kes ji Lubnanê gihaştine herêmê.

Şaneyê da zanîn ku di nava vê daneyê de 94 lubnanî û 28 cenaze jî heye.

Kesên tên herêmê, yan diçin cem xizmên xwe yan jî di malên xwe de dimînin. Yên xizm û malên wan li herêmê nîn in jî, Rêveberiya Xweser ji wan re navend diyar kirine.

(şx)