Ji bo Werîşe Mûradî bi hezaran kes derketin qadan

Bi hezaran şênî li ser bangewaziya Kongra Star, li dijî biryara cezayê darvekirinê yê rejîma Îranê daye çalakvan Werîşe Mûradî, li Qamişloyê meşiyan.

13 mijdar, 2024   15:27
QAMIŞLO

Li ser bangewaziya Kongra Star bi hezaran kesî ji Çerxerêya Osman Sabrî ya Qamişloyê dest pê kir. Girseyê bê navber dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana girtîgehan" berz kirin. 

Meş li Stada 12`ê Adarê sekinî. Li wir berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî û got: "Em cezayê darvekirinê yê li dijî jinan û pêşengên serhildana `Jin, Jiyan, Azadî` li Rojhilatê Kurdistanê red dikin."

Rîhan Loqo bal kişand ser cezayê darvekirinê ku desthilata Îranê 10`ê Mijdarê li dijî Werîşe Mûradî daye û got: "Rejîma Îranê nikare vîna jinên azad têk bibe yan jî doza wan tune bike."

Rîhanê bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî şermezar kir û got: "Bi hezaran kes dê rêya Pexşan Ezîzî, Jîna Emînî, Bêrîtan, Zîlan û neviyên Eştarê temam bikin. Em dev ji serhildana Jin, Jiyan, azadî bernadin. Em ê li hember şîdeta li ser jinan û ji bo azadiya jinan li seranserî Kurdistanê li ber xwe bidin û ji bo tevahî jinan li cîhanê dengê xwe bilind bikin."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme El Casim jî wiha axivî: "Pergalên hov, ji bo ku jinên azad qir bikin, tevahî cureyên û rêbazên kuştinê, çewisandinê, girtinê, îşkenceyê bi kar anîn. Xwest wê bêdeng bikin, ji bo ku mafên xwe naxwaze. Rejîma Îranê jinan darve dike û pêşengan bi awayekî hovane dikuje."

Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê jî cezayê darvekirinê yê li dijî Werîşe Mûradî hatiye birîn, şermezar kir.

Werîşe Mûradî li dijî cezayên darvekirinê yên li çalakvan û parêzvanên mafên mirovan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî, dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Koordînasyonê Îran wek "gora jinan" wesifand û bang li tevgerên jinan kir ku piştgiriya Werîşe Mûradî û girtiyên din ên di girtîgehên Îranê de bikin û teqezî bi berdewamkirina pêngava "Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re" kir.

(şx)

ANHA