Şêniyên Til Birakê: Yekitî pêwîstiyeke dîrokî ye

Şêniyên bajarê Til Birakê piştgiriya xwe bi QSDˈê re anî ziman û bal kişand ser girîngiya yekrêziya gelê Sûriyeyê û avakirina Sûriyeyeke nû ya li ser esasê edalet û wekheviyê.

Şêniyên Til Birakê: Yekitî pêwîstiyeke dîrokî ye
5 ÇILE, 2025   04:10
HESEKÊ
AMIR EL EZAWÎ

Bi ketina rejîma Baasê ya Sûriyeyê (8 Kanûna 2024ˈan) re, di serî de dewleta Tirk a dagirker hinek aliyên girêdayî hêzên derve xwestin fitne û tevliheviyan di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de derxin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin û şerekî navxweyî bikin.

Şêniyên bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê der barê mijarê de helwesta xwe anîn ziman.

Şêniyê bi navê Muhsin El Ehmed diyar kir ku yekitiya gelê Sûriyeyê pêwîstiyeke dîrokî ye û got: "Bi rûdanên geşedanên bilez ên li Sûriyeyê re, bi taybetî piştî hilweşîna rejîma Baasê, ji bo avakirina Sûriyeke nû, ji bo pêşxistina modela rêveberiyeke nîştimanî ya li ser esasê edalet û wekheviyê pêwîstiya me bi yekitiya gelê Sûriyeyê heye.”

Muhsin El Ehmed bal kişand ser pirrengiya li Sûriyeyê jî û ev li gotinên xwe zêde kir: "Pirrengiya li welatê me Sûriyeyê xwedî dewlemendiyeke dîrokî ya binirx, nîştimanî û civakî ye, ev pirrengî jî nasnameya rasteqîn a Sûriyeyê nîşan dide ku rejîma Baasê bi salan çewisandibû."

Endamê Meclisa bajarê Til Birakê Mûsa El Mûsa diyar kir ku yekitî rêya xilasiya ji hêzên zalimane û dîktatoriyê ye û got pêvajoya ku Sûriyeyê niha tê re derbas dibe, ji bo rêgirtina li ber şerekî navxweyî û mezhebî xebatekê hewce dike.

El Mûsa li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê piştgiriya xwe bi QSDˈê re anî ziman û banga parastina yekitiya xaka Sûriyeyê û mafên tevahî pêkhateyan kir.

Şêniyê bi navê Tariq El Ebdullah jî diyaloga navxweyî wekî rêya çareserkirina hemû nakokiyên navxweyî nirxandin û ev tişt got: "Sûriyeye di pêvajoyeke siyasî ya girîng a derbasbûnê re derbas dibe. Parastina mafên tevahî pêkhate û taîfeyan tê xwestin. Bêyî hevgirtin û yekitiya Sûriyeyan a dûrî destwerdanên derve jî ne pêkan e ku maf werin mîsogerkirin."

Tariq El Ebdullah bang li hêzên siyasî kir ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û ji bo berjewendiya giştî kar bikin. Ji bo ji nû ve avakirina Sûriyeyê jî banga tevkariyê kir.

Tariq El Ebdullah li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê piştgiriya xwe bi QSDˈê re nîşan da û diyar kir ku QSDˈê hêza yekemîn a parastina xak û mafên sûriyeyan e.

(bb)

ANHA