‘Sûcên dewleta Tirk dê di çavê efrîniyan de her zindî bin’

Koçberên Efrînê diyar kir ku piştî ew qas zehmetî û sûc dîtine, tu carî wan kiryaran ji bîr nakin û di xeyalên wan de dê her tim zindî bin

5 ÇILE, 2025   06:10
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO – DİYAR EHMED

Dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê piştî êrişa 29’ê Mijdarê ya li ser Til Rifet û Şehbayê, Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê bi armanca pêşîgirtina komkujiyan biryara veguhastina gel a ji bo herêmên ewle da. Li ser biryarê di 2’yê Kanûnê de dest bi veguhastina gel a ji bo herêmên Rêveberiya Xweser hat kirin.

Heya niha zêdetirî 200 hezar kes koçber bûne. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşwaziya koçberan kir, ew li wargehên demkî bi cih kirin û pêwîstiyên wan bi cih tîne. Her wiha gelek koçberên Efrînê li Hesekê, Reqa, Tebqa, Qamişlo û tevahî herêma Rêvberiya Xweser bi cih bûn.

Koçberên Efrînê yên li Seken Şebabî ya Hesekê dimînin, têkildarî êş û azarên xwe, her wiha zehmetiyên ku dikişînin, ji ajansa me re axaivîn.

'EM WAN SÛCAN TU CARÎ JI BÎR NAKIN'

Leyla Mistefa diyar kir ku wan gelek zehmetî kişandin. Ji dema derketina ji Efrînê çi qas zehmet bû, ya Şehbayê ji wê bêhtir bû û wiha got: "Di şerê Efrînê de me her tişt dît û bi rojan em di rê de man. Lê dur em koçberî Şehbayê bûn. Rexmî her tiştî zehmetî li Şehbayê jî hebû.  Li Şehbayê dorpêç, êş û zehmetî û êrişên dewleta Tirk her roj li ser me hebûn. Her roj topbaran hebûn û me zarokên me birîndar dibûn. Dîsa jî her tişt ji bo vegera Efrînê me qebûl kiribû. 7 salan berxwedan û têkoşîna me ji bo vegera Efrînê bû."

Leyla destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker carek din bi awayekî hovane gelê Efrînê da koçber kirin û berê wan vê carê ber bi herema Cizîrê ve bû û wiha axaftina xwe ber dewam kir: " Dema em koçber bûn me her tişt dît. Me ji ya Efrînê bêhtir dît. Di rê de me cenaze û hemî kiryarên ku çeteyên dewleta Tirk bi serê xelekê aniye me bi çavên xwe dîtin. Hemî tiştên ku me dîtine tu carî nayê ji bîr kirin heya zarokên me jî ji bÎr nakin. Dema zarokên me radikevin di xewnê de wan kiryaran dibînin. Nayê jibîrkirin."

Leylayê wiha got: "Dema em hatin Hesekê Rêvberiya Xweser li gorî derfetên ku di destê wan de heyî alîkariya koçberan dikin. Lê belê Rêxistinên navenetewî bê dengin. Heya niha tu rêxistin derbasî gel me nebûne. Ev gel vê yekê çawa bikin. Ev gel gelekî zehmetiyan jiyan dikin."

Leylayê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hêviya me ye ku em vegerin cih û warê xwe."

'EM LI EFRÎNÊ BÛNA DARÊN ME BESÎ ME BÛN'

Zekiye Hebeş wiha got: "Em 7 sal e ji Efrînê koçber bûn. Um Huş nêzî xeta sînor bû û her tim dihate topbarankirin. Careke din dewleta Tirk em koçber kirin û vê carê berê me ber bi Cizirê bû. Em hewcedarî her tiştî ne. Em ketin van malan, lê ev mal hemî xerabe ne û em bi zehmetiyan rû bi rû re dimînin. Li Efrînê em ne bi hewcedarî tiştekî bû, ji ber ku darên zeytûnê hebûn. Lê bila bizanin ku em ê xwe îdare bikin."

 ‘BILA RÊXISTINÊN MIROVÎ BÊN Û ÊŞA EFRÎNIYAN BI ÇAVÊN XWE BIBÎNIN’

Heyder Bekir diyar kir ku êrişên dewleta Tirk tu carî li ser gelê Kurd ranawestin, lê gelê Kurd jî li hember van êrişan bi vîna xwe li ber xwe dide.

Heyder wiha got: "Em di Seken Şebabî de gelek zehmetiyan dikişînin. Em rêxistinên mirovî rexne dikin ku bi gel re nabin alîkar. Bila rêxistinên mirovî û naveneteweyî bên û bi çavê xwe van zehmetiyan bibînin."

Heyder di dawiyê de wiha got: "Em tu carî dest ji têkoşîna xwe bernadin. Em ê her tim li ber xwe bidin, ji bo vegera Efrînê. Tu carî gelê Kurd serî ji kesî re natewîne."