Şêniyên Til Birakê: Divê Hevpeymana Civakî bibe bingeha destûra Sûriyeyê

Şêniyên bajarê Til Birakê diyar kir ‘Danezana Destûrî’ ya ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye nivîsandin nûnertiya îradeya gel nake û got divê Hevpeymana Civakî bibe bingeha destûra Sûriyeyê.

Şêniyên Til Birakê: Divê Hevpeymana Civakî bibe bingeha destûra Sûriyeyê
19 nîsan, 2025   03:45
HESEKÊ
AMIR EL EZAWÎ

13’ê Adara îsal desthilata Şamê danezaneke destûrî weşandibû. Danezan xwe dispêre yekrengiyê û pirrengiya li Sûriyeyê nas nake, lewm jî pêkhateyên gelê Sûriyeyê ew red kir.

Şêniyên bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê der barê mijarê de helwestên xwe anîn ser ziman.

‘NÛNERTIYA TEVAHIYA PÊKHATEYÊN SÛRIYEYÊ NAKE’

Endamê Meclisa Bajarê Til Birakê Fatima El Ehmed bi bîr xist ku danezana destûrî ya ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye îmzekirin, hêviyên tevahî pêkhateyan Sûriyeyê yên ku diyalog û jiyaneke hevbeş dixwazin nake. Fatima El Ehmed diyar kir ku divê destûrek were nivîsandin ku nasnameya her kes nas bike û tu pêkhateyekî paşguh neke.

Fatima El Ehmed bi domdarî got: "Em hêvî dikin ku peymana civakî ya ku Meclisa Demokratîk a Gelan a Rêveberiya Xweser saz kiriye, bibe bingeha destûra Sûriyeyê. Ji ber ku ev peyman li ser esasê diyalog û beşdariya çalak a hemû beşên civakê hatiye nivîsandin û li ser erdê hatiye rûnişkandin."

‘PEYMANA CIVAKÎ RASTIYA REWŞA GELAN ÎFADE DIKE’

Mamoste Rakan Xelîl jî balkişand ser vê yekê ku divê peymana civakî ya Rêveberiya Xweser wekî bingeha destûra Sûriyeyê esas bê girtin û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Ji ber geşedanên siyasî ku li herêma me rû didin, pêdivî bi lêvegerekê heye ku gel xwe bispêre wê. Divê ev lêvger ji kurahiya rewşa ku mirov tê de dijî îfade bike û maf û daxwazên gelan bi cih bîne.”

Rakan Xelîl bi bîr xist: Rêveberiya Xweser di sala 2023’yan de peymana civakî erê kir ku li ser esasê beşdariya berfireh û giştî ya civakî hatiye sazkirin. Em jî dibînin ku ev peyman ji bo avakirina Sûriyeya nû ya li ser esasê demokrasî û tevkariyê pêşniyareke cidî ye.”

‘DIVÊ GEL BEŞDARÎ NIVÎSANDINA DESTÛRÊ BIBE’

Endama Meclisa Bajarê Til Birakê Sîmav Mehmûd jî jî got: "Wekî gel pêdiviya me bi welatekî heye ku her kesî di nav xwe de bigire. Pêdiviya me bi destûrekî heye ku beşdariya tevahî pêkhate, taîfe, mezheb û olan mîsoger bike û Sûriyeyê li ser esasê demokasiya adilane ava bike."

Sîmav Mehmûd bal kişand ser danezana desthilata Şamê jî û wiha dom da axaftina xwe: "Danezana destûrî ji ber ku ji  îradeya gel dernketiye, xizmeta projeya me nakê. Em dixwazin gel di nîvisandina destûrê de tevkar be, divê peymana ciakê ya ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nivîsandine, bibe beşek sereke ji destûrê ji ber ku ev peyman rewşa me îfade dike û hêviyên me bi cih tîne."

(bb)

ANHA