Amadekariya berfirehkirina nexweşxaneya Kîsra dest pê kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê li gorî budceya îsal de, dest bi amadekariya berfirehkirina nexweşxaneya Kîsra kir.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê ji bo pêşxistina rewşa tenduristî ya herêmê û pêşkêşkirina xizmetên bijîşkî, di xebat û hewldanan de ye.
Rêveberê nexweşxaneya Kîsra ya li gundewarê Dêrazorê Casim El Reyaş ji ajansa me re diyar kir ku di plansaziya xwe de ew ê qateke nû vekin û beşên nexweşxaneyên berfireh bikin.
Hemwextî rewşa zehmet a herêmê, nexweşxane alîkariyên bijîşkî û tenduristî pêşkêşî hemû beşên civakê dike.
El Reyaş diyar kir ku ev proje di çarçoveya planên Meclisa Rêveber û Desteya Tenduristiyê û li gorî budceya sala 2025’an e.
Qata nû ku wê were avakirin ev beş tê de ebin: yekîneya çavdêriya giran, beşa zarokan, şuştina gurcikan û dê cîhazên renîna magnetî û mîmografî jî werin peydakirin.
El Reyaş got ku ew ê beşa fîzîkî û beşa çêkirina dest û lingan berfireh bikin û xizmetên alîkariya derûnî zêde bikin, beşa niştegeriyê berfireh bikin û embargehekê dermanan, kelûpelên bijîşkî û banka xwînê zêde bikin.
Nexweşxaneya Kîsra di qada tenduristiyê ya herêmê de beşeke sereke û bingehîn e. Nexweşxane her roj vekirî ye û ji herêma Meamil heta bajarê Cizrat alîkariyê pêşkêşî zêdetirî 500 hezar şêniyan dike.
El Reyaş da zanîn ku armanc ji vê projeyê pêşxistina asta xizmetên tenduristî yên rojavayê Dêrazorê ye û got ku ev proje bi hevkariya Desteya Tenduristiyê, Meclisa Rêveber û pisporên tenduristiyê yên cîhanê û herêmê tê pêkanîn da ku nexweşxane di aliyê akademîk, rêveberî û teknîkî de pêş bikeve.
Li kantonê 8 nexweşxaneyên giştî û 34 navendên tenduristiyê li bajar û bajarokên kantona Dêrazorê hene ku xizmetên bijîşkî bêpere pêşkêş dikin.
(mh)
ANHA