Şêniyên Abirayê piştgirî da banga Rêber Abdullah Ocalan
Şêniyên bajarokê Abira piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan û got ji bo aştiyê, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rawestandina êrişan, gavên destpêkê ne.

Şêniyên bajarokê Abîra yê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê, piştgirî da banga Rêber Abdullah Ocalan ku 27’ê Sibatê hatibû parvekirin. Şêniyan got agirbesta ku PKK’ê ragihandibû bersiveke rast a vê bangê ye, lê dewleta Tirk heya niha tu gavên cidî ji bo vê bangê de neavêtine.
Şêniyê bi navê Zêdan Ehmed diyar kir ku Rojhilata Navîn di pêvajoyeke guhertinê re derbas bibe û ji bilî ya Rêber Abdullah Ocalan tu proje nîn in ku gelan biparêzin. Zêdan Ehmed got: "dewleta Tirk van guhertinan wekî xeteriyekê li ser xwe dibîne, ji ber vê yekê kanalên peywendiyê vekirin, lê dîsa jî siyaseta xapandinê dimeşîne li dora xwe dizîvire."
Zêdan Ehmed destnîşan kir ku dema yek netewe û yek al bi dawî bûye, dema aştî û demokasî û pirrengiyê hatiye.
Felek Bercis Ferho jî dewleta Tirk a dagirker rexne kir û destnîşan kir ku daxuyaniyên dewleta Tirk ên der barê aştiyê de û pêkanînên wê nakok in û got: "Desthilata Tirk heya niha tecîrda li ser Rêbertî didomîne, siyasetmedaran digire û êrişî çiyayên Kurdistanê dike. Ev hemû jî aloziyan kûrtir dikin."
Felekê diyar kir ku bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ne mumkin e aştî çêbibe û wiha pê de çû: "Em ji daxwazên xwe gav şûnde neavêjin. Em dê heya serkeftinê wefadarên xeta Rêbertiya xwe û şehîdên xwe bin."
Ezîme Sebrî jî destnîşan kir ku nêzîkatiyên heyî yên dewleta Tirk derfetên aştiyê lawaz dikin û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Eger dewleta Tirk di niyetên xwe de cidî be, bila girtiyên siyasî azad bike, şer rawestîne û destê xwe ji ser şaredariyên desteserkirî rake, rêzê bide pirrengiyê û li ber demokasiyê veke."
Ezîme Sebrî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dê ji bo yekitiya nîştimanî û neteweyî têkoşînê bidomînin.
(bb)
ANHA