Şêniyên Tebqayê şehîd Hesen El Şêx oxir kir

Bi sedan şêniyên kantona Tebqayê şehîd Hesen Îsmaîl El Şêx li goristana şehîdan a kantonê oxir kir û soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin.

Şêniyên Tebqayê şehîd Hesen El Şêx oxir kir
Şêniyên Tebqayê şehîd Hesen El Şêx oxir kir
Şêniyên Tebqayê şehîd Hesen El Şêx oxir kir
Şêniyên Tebqayê şehîd Hesen El Şêx oxir kir
Şêniyên Tebqayê şehîd Hesen El Şêx oxir kir
Şêniyên Tebqayê şehîd Hesen El Şêx oxir kir
Şêniyên Tebqayê şehîd Hesen El Şêx oxir kir
24 tebax 2024   14:13
TEBQA

Şervanê hêzên Komandos ê Hêzên Sûriya Demokratîk Dilgeş (Hesen El Şêx) 21`ê Tebaxê li kantona Minbicê şehîd bû. 

Bi sedan şêniyên kantonê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, meclis û desteyên wê, Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Leşkerî ya Tebqayê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li merasîma sersaxiyê.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Tebqayê Yasir El Elîs axivî û got: "Rêya şehîdan, rêya rûmet û serfiraziyê ye. Her çiqas dijmin bi ser me de werin, em ê li ber xwe bidin û şehîdan bidin ta ku herêmên xwe ji destê wan rizgar bikin."

Ji fermandarên hêzên Komandos Baran Kobanê axivî û soz da ku rêya şehîdan bidomînin û destkeftiyên wan biparêzin.

Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya şaxê kantona Tebqayê Necah El Hisên got: "Em soz didin şehîdan ku têkoşîn û berxwedana wan berdewam bikin. Bi rêya hevgirtinê û xwedîderketina li hêzên leşkerî em welat biparêzin."

Dûre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiyê de girseyê cenazeyê şehîd di goristanê de veşart.

(şx)

ANHA