Dewleta Tirk li Dihokê êrişî wesayîtek sivîlan kir

Dewleta Tirk a dagirker vê carê li Dihokê êrişî wesayîta malbatek Ereb kir, tê gotin birîndar hene.

Dewleta Tirk li Dihokê êrişî wesayîtek sivîlan kir
24 tebax 2024   14:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Iraqê, beriha niha bi demek kurt dewleta Tirk a dagirker, li sînorê Dihokê wesayîtek sivîlan kiriye hedef. 

Çavkaniyê ragihand ku wesayît ya malbatek Ereb bû ku ji bo geştiyariyê berê xwe da bû herêmê.

Li gorî heman çavkaniyê di encama êrişê de birîndar hene û heya niha encama ziyanan nehatiye zanîn.

Lê nehat zanîn êriş bi balafirê, yan bi jî şêweyek din pêkhatiye yan na.

Hêjayî gotinê ye duh jî dewleta Tirk a dagirker li navçeya Seyîdsadiq ya Silêmaniyê êrişî wesayîta rojnamevanan kiribû û di encamê de, du rojnamevanên çapemeniya azad şehîd bibûn û 6 jî birîndar bibûn.