Şêniyên Tebqayê: Azadiya fîzîkî ya Rêbertî bingeha pêvajoya aştiyê ye

Şêniyên kantona Tebqayê destnîşan kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn derfeteke dîrokî ye û divê dewleta Tirk êrişên xwe rawestîne. Şêniyan got eger dewleta Tirk bi rastî dixwaze aştiyê pêk bîne divê Rêber Abdullah Ocalan ji Îmraliyê derxe.

Şêniyên Tebqayê: Azadiya fîzîkî ya Rêbertî bingeha pêvajoya aştiyê ye
5 adar, 2025   07:45
TEBQA

Di 27’ê Sibatê de Rêber Abdullah Ocalan banga aştî û civakeke demokratîk kir ku ev bang derfeteke dîrokî ye ji bo pêkanîna aştiya li herêmê û Rojhilata Navîn. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku "azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rawestandina êrişan destpêka pêvajoya aştiyê ye. "

Jina bi navê Nadya Mihemed ji kantona Tebqayê der barê mijarê de ji ajansa me re got: "Rêber di van rojan de pêngava aştiyê da destpêkirin ku ev yek ji bo gelê Kurd û Tirk derfeteke dîrokî ye ku aştiyê li herêmê pêk bînin, lê tevî van derfetên dîrokî jî dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser herêmê bi giştî didomîne.”

Nadiya bang li dewleta Tirk a dagirker kir rê bide vê derfeta dîrokî, her wiha bang li gelê Tirkiyeyê jî kir ku zextê li dewleta xwe bike ku ji vê pêngavê sûdê wergire û aştiyê li herêmê pêk bîne.

Şêniya bi navê Heyfa El Betûşî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got: "Piştî pêngava aştiyê ya ku Rêbertî da destpêkirin, em aramî û ewlehiyê ji bo herêmên xwe dixwazin, civaka navneteweyî jî li hemberî êrişên li dijî me divê helwest nîşan bide, divê her kes ji bo pêkanîna aştiyê û rawestandina şerên ku gelan qir dike dike, bikeve nava tevgerê. "

Şêniyê bi navê Abdulnutalib El Betran jî wiha got: "Divê dewleta Tirk derfeta ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiyê daye, bi kar bîne, ji ber ku ev aştî wê bandorê li Rojhilata Navîn bi giştî bike. Em dibêjin şer bes e, divê em şer rawestîninû aştiyê pêk bînin, em wek welatiyên Sûriyeyê em ê ji bo pêkanîna vê bangê bixebitin da ku aştî li weşatê me pêk were."

El Betran di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, û got eger dewleta Tirkiyeyê bi rastî aştî û rawestandina şeran dixwaze, divê Rêber Abdullah Ocalan di nava gelê xwe de be û pêvajoya aştiyê bi rê ve bibe.

(k)

ANHA