‘Divê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yekser rawestîne’

Berxwedêrên li bendava Tişrînê destnîşan kir ku ruxmî bangewaziya dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin û diyar kir ku ji bo aştî û demokrasiya herêmê divê dewleta Tirk a dagirker yekser êrişên xwe rawestîne.

‘Divê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yekser rawestîne’
5 adar, 2025   05:06
BENDAVA TIŞRÎNÊ
BAZ MORDEM

Çalakvanên ku cihê xwe di berxwedana bendava Tişrînê de digirin, anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku bi hinceta hebûna PKK’ê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişan dike, piştî daxuyaniya dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan û îlankirina agirbesta ji aliyê PKK’ê ve jî, êrişên xwe bi dijwarî didomîne.

Berxwedêrên bendava Tişrînê, têkildarî vê mijarê ji ajansa me ANHA’yê re axivîn.

Çalakvanê bi navê Remezan Fetah ku ji bajarokê Til Temirê tev li berxwedana bendavê bûye da zanîn ku gelê Kantona Cizîrê yên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û Holê ev bûye 4 roj nobetdariya bendavê didomîne û diyar kir ku êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û bendava Tişrînê heya niha jî ranewestiyane.

Remezan Fetah destnîşan kir ku rexmê banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan û eşkerekirina biryara PKK’ê ya agirbestê jî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe heya niha jî berdewam dikin.

‘JI BO KU AŞTÎ Û DEMOKRASÎ PÊK WERE DIVÊ DEWLETA TIRK YEKSER ÊRIŞÊN XWE RAWESTÎNE’

Remezan Fetah îşaret bi banga Rêber Abdullah Ocalan a dîrokî kir û destnîşan kir ku ji bo li Tirkiyeyê, li Kurdistan û Rojhilata Navîn aşîtî û demokrasî pêk were divê dewleta Tirk a dagirker yekser êrişên xwe li ser herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jî rawestîne.

Remezan Fetah wiha domand: “Rêber Apo ji bo azadî û demokrasiya aşîtiyane ya li Tirkiyeyê, Kurdistanê û herêmê pêk were, gavake dîrokî avêtiye, lewra ji bo ku ev gava aştiyane û demokratîk pêk were, lazime dewlat Tirk çekên xwe, top û balafirên xwe yekser bide sekinandin.”

Berxwedêra bi navê Suad Betah ku ji bajarê Hesekê tev li berxwedana bendavê bûye, da zanîn ku kesên ku di çeperên pêş de cihê xwe digirin, ji bo yekitiya gelên li herêmê canê xwe feda dikin.

Suad Betah anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi navê îdiaya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê PKK heye êrişan dike, ruxmî banga dîrokî ya Rêber Abdulah Ocalan û daxuyaniya agirbestê ya PKK’ê jî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe bi dijwarî didomînin.

‘ARMANCA DEWLETA TIRK BI HINCETA PKK’Ê DAGIRKIRINA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ YE’

Suad Betah bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Armanca dewleta Tirk bi hinceta PKK’ê dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.”

Dayika Hedla Ebdilwehab ku ji bajarokê Til Temirê beşdarî berxwedana bendavê bûye jî, destnîşan kir ku ruxmî banga Rêber Abdullah Ocalan a aştiyane jî hîna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerawestandine.

Hedla Ebdilwehab êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin û got: “Em li pişt gotinên Serokatiya xwe ne û li pey doza şehîdên xwe ne. Em dibînin heya niha di çarçoveya peyama Rêber Apo de dewleta Tirk erkê xwe bi cîh ne anî ye. Em ê heya dawî parastina av, ax û bendava xwe bikin.”

ANHA