Nivîskarê iraqî: Bangewaziya Ocalan dê bandorê li tevahiya herêmê bike

Nivîskar û rojnamegerê iraqî Şemxî Cebir banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku banga wî dê ji bo aştiyê bandorê li herêmê tevahî bike û divê dewleta Tirk jî bersivê bide.

Nivîskarê iraqî: Bangewaziya Ocalan dê bandorê li tevahiya herêmê bike
5 adar, 2025   02:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 27’ê Sibatê de Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiyê bangeke dîrokî kir, piştî vê yekê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) agirbest ragihand û piştgirî da pêvajoya aştiyê.

Nivîskar û rojnamevanê iraqî Şemxî Cebir têkildarî mijarê axivî û got: “Silav ji bo têkoşîna mezin a gelê Kurd, silav ji bo giyanê şehîdên neteweya Kurd. Em banga rêberê dîrokî yê gelê Kurd têkoşer Abdullah Ocalan ku tê de doza aştiyê rawestandina şer kiriye, hêja dibînin.

Şemxî Cebir diyar kir ku divê hikumeta Tirk bersiva vê bangê bide û wiha dewam kir: “Divê aştî ji gelê Kurd û Tirk re be, ne tenê ji bo Tirkan be. Divê têkoşîna neteweya Kurd vala neçe, ji ber ku di rêya azadî, rûmet û mafên neteweyî yên çandî û siyasî de bi sedan, bi hezaran şehîd dane.”

Cebir wiha pê de çû: "Em Ereb bi baldarî û têkoşîna birayên xwe yên Kurd dişopînin û piştgiriyê didinê. Ji ber vê yekê em dibînin ku ev destana ku Kurdan nivîsandiye û însiyatîfa rêberê wan ê dîrokî divê ji aliyê dewleta Tirk ve were bersivandin, bi awayekî ku bihêle Kurd bi erênî bi wê re mijûl bibin, di serî de pêkanîna mafên neteweyî yên gelê Kurd.”

Şemxî Cebir destnîşan kir ku eger Tirkiye û hikumeta wê bi ruhekî erênî tev bigerin, dê pêngava ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, ji bo pêkanîna aştî û geşepêdanê, bandorê li herêmê tevî bike.”

(k)