Li Cerablusa dagirkirî çete bi hev ketin

Li bajarê Cerablus ê dagirkirî di navbera çeteyan de şer derke û di encamê de kesek hate kuştin û 4 din jî birîndar bûn.

Li Cerablusa dagirkirî çete bi hev ketin
30 tebax, 2024   17:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih li bajarê Cerablusê yê dagirkirî duh êvarê (29'ê Tebaxê) li kampa Zoxra ya rojavayê bajarê Cerablusê di navbera malbatên Dûdûh û Asî yên ji Himsê de şer derketiye. 

Çavkaniyan diyar kir ku 2 seyare li hev qelibîne, piştre di navbera xwediyên her du seyareyan  de nakokî dest pê kiriye û dawiyê şer derketiye. Di encamê de kesek hate kuştin û 4 din jî birîndar bûn.

Li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê, tevlihevî, kuştin, revandin, talankirin û dizîn berdewam in û çete li ser mal û milkên koçberan bi hev dikevin.

(mh-şx)